Mirov bi rê de diçe û diçe û diçe, lêbelê ew rê ti caran naqede. Li rê, mirov gelek pencereyan dibîne. Pencere bi ti deveran de naçin. Li ber heman dîmenê ne, dîmena kêlî bi kêlî tê veguhestin. Veguhestina demsalan dibîne eger li ber pencerê be mirov û hew.