3/10
·238 syf.··
2024 14. kitabı
Tu, romana berbanga vejîna gelê Kurd e. Zilma deshilatiyê kû xwe gihandiye erşê esmanan de. Tenê ji ber ku Kurdin rastî zilm û zordariyê tên. Karakterê mey sereke ku tu peywendiyê wî rêxistin an jî saziyekî re tune ye ( hebe jî niviskar ev nepen kiriye) Tenê helbesteke Kurdî dibe sedema vê girtinê û îşkenceya bêdawî. Xwenêr qet keseyetê romanê ê sereke nasnake hay ji keseyet ,derûnî fikir û ramanên wî tuneye,lê dibe şahidê berxwedaneke zexm. Xwenêr nizane ka vê hizê li ku digire. Tenê li hember zilmê berxwe dide. Karakter xwesere ji ber wê pêywendiyê wê tu kesîre tune ye. Lê gelo kesê bê rêxistin bêyî ku rê û rêbazan bizanibe dikare ew qas serxwe be û ew qas berxwe bide. Vegotina tuyê alî teknîkê de a herî dijwar e . Di edebîyata cîhanê jî tev, herî kêm bi vê rê û rêbazê berhem hatine dayin.Ev berhema niviskar a temenekî kemîlîde di sala 1985 de hatiye nivîsîn.Di wê demêde berhemdayina Kurdî li bakur demeke dirêje qet tune. Xwe jî, heft salî wî li surgunîyê temam buye . Dema mirov van hemiyan tine erdekî dertê holê kû metleba niviskar tenê ewe ku kesayetek Kurd û Kurdperwer biafirîne. Niviskar bi vê jibareya xwe destnîşankirina nasname û hebûna Kurd dike. Bi gotineke din, helwesta niviskar a dijkolonyalîst derxistiye holê. "Tu " heraliyêve remzeya veqetînê , a ne ji wêyê ye. Serî de diyar dike kû ne ji wan e . Eke din e. Mehmed Uzun bi vê romanê bingeha romanûsiya xwe jî ava dike. Zimanekî sivik û standard heye. Di vé romanê yek jî li ser çand û zargotina Kurdî disekine. Bi vê rêyê dike kû xwe bigihîne hemû deverên welêt. Di dawiya berhemê de, xwe jî gotiye "Kurdiya min têra romanê nekir". Berhemê de şayesandineke berbiçav an jî hema hevokeke kompleks tune ye. Ziman wek xêzeke rast, hema wusa dirêjbû heya xwe gihandinde dawiyê. Himekî gring yek jî ew bu ku zargotin: remzeyê zargotina Kurdî yek û yek rêzbûn. Zaroktiya wî di nava çîrok,meselok, mamik û hwd derbas bû. Dema kete zîndanê jî ew çand jê re bu darinde/ stargeh. Xwe bi xwere helbest dixwand, mamik pirsdikir. Û listikê din dilîst. Di metnê edebî de mirov rastî kêzikekî were. Bêguman Grego Samsa tê bîra mirov. Dibe ku niviskar jî ilham ji Kafka girtibe. Lê berê honaka xwe dide çîroka folklorî a Kurdî. Çawa ku tê zanîn KêzXatûn çîrokeke fabili a zargotina Kurdî ye. Ev çîrok gelek heremê me de heye û kêm zêde mîna hev e. KêzXatûn lêgerînekî de ye. Lêgerîna bextewarîyê an a xelasiyê. Di çîroka KêzXatunê de .KêzXatun dewa zewac an jî a hevaltiyê dike -Li gorî herêman ev yek diguhere -. Rastî şîvan,gavan û hîn ajalan tê. Pirsê şîvan dike. Dibêje ger tu min sil bî. Tê çawa hêrsa xwe min rû bikî. Şivan divê ezê pê şiva xwe texim/ te bikutim. Şiva şîvan wê ditirsîne û rêya xwe didomîne. Rastî mîşkekî tê heman dewê lê dike û heman pirsê lê dike. Mişk divê ezê bi dêla xwe a nerm te texim. Ji ber ku dêla mişk nerme. Lê qayil dibe û pêre dizewice. Êja em werin ser berhema di destê xwe de. Niviskar gelê Kurd û tevgera wî bi vê KêzXatunê rave dike. Dema mirov KêzXatun û çîroka wî dide berhev ev tişt dertê holê. Gelê Kurd ji xwe wê zilmê/ lêdanê bixwe . Lê gelo em çi bikin, çi biryar bigirin qet nebe em lêdaneke nerm destbixin. Mixabin li vir dagirkeriyek binhişî, kûr û xurt xwe dide dest. Gelo gelê Kurd layiqê rizgarî û azadiyê nine. Layîqê xweseriyê nîne. Niviskar çima çîroka KêzXatunê û a Kurd daye berhev. Di romana Tu yê de jin gelo li ku ye? A rast ji bo mirov jinê bibine divê mirov hurgilî li ser bisekine. Lewra hema bije jin tune. Tenê wekî hebuneke di civatê de heyî, heye. Ango di civata Kurdî de ciyê jinê li ku be di berhema berdest de jî ew qas heye. Jin dayike, dayikek dilovan,hênûn, oldar û muhafazakar. Wekîdin ew dayik çîrokbêj, dengbêj, mamikbêj û hwd ango jin kana çandê ye. Ji xwe erka jinê parastina çand û zargotinê ye. Bav, Kiriv kurap ev hemî zanane. Tiştinan hin dikin rê dine ber karakterê sereke. Jin çîrokbêj dengbêj û hwd . Di zindanê de tenê dengê jinekî olandide. Ew deng jî dîsa lorikeke. Di nava ew mêrên serxwe û berxwêdêr de jin tenê lorikan dibêje.Ew xircira tekoşîn û berxwedanê de qet jineke tekoşer tunebu gelo. Wekî tê zanin heya niha Kurdan li ku deng dabe li wir jin hene. Dema Xanedaniya Zenda bigire ( Di Xanedaniya Zendan de leşkerên jin hene û navê wan jî Maryan e) Kela Didimê û disa Xatê Xanim û Zarife Xanim tena serê xwe karekterê şer û cengê ne. Ev berhem qala dema desteserkirina eskerî a salê 70 yê li Tirkiyeyê dike. Gelo tevgerê wê demê de qet jin tunebun. An niviskar jî wekî civata Kurd, jinê tenê parastvanê çand û ziman dibîne.
Edebîyata Kurdî
TuMehmed Uzun · İthaki Yayınları · 20204,766 okunma
·
270 Gösterim
Yorumlar
Lütfen giriş yapınız.