Niviskar tevna xwe ser du dara darxistiye. Zimanê folklorîk û şêwaza nûjen.
Bêzar karakterekî xurte. Aliyê wî ên xurt , xwe bawer jî hene ku merî divê dê çiya wergerine. Lê aliyê wî ên bêzar jî heye ku dibe bingeha romanê. Hezkirina wî a hember ca wî, û bavê xwe tune hesibandinê bigire heya têkiliya wî û kurê wî, a hevjîna berê û a xoşewîsta wî Suzanê, heya a hevalên wî hemî jî bi min bi navokokî diherike. Ev karekterê bêzar û ev jiyana bê wate helbet wê axîriya wê jî ev buya.
Çawa ku me gotibu berhem nûjene. Ser vê bingehê hemû karakter jî nexwaşin : nexwaşê vê serdemê ango hemi jî bêzarin. Bêzar,Gorkol, Zuhre, Cimo, Suzan heta Mîrza jî . Lê Bêzar; Têkiliyên wî ên civakî mîna şîzofrenîyaye. Wekî girêdaneke trawmatîk lela xwe hezdike. Lê ji bo lelê qet tiştekî nake ku dilê jinikê hinekî hênik bike. Kurê xwe û Suzanê jî pir hezdike. Lê herduyan jî piştguh dike. Ew hevjîna kû jê qetiyaye re kumreşiyek ecêb dike. Erê behsa Bmwê heye lê xwediyê Bmwê holê tune ye.Divê ez diçim ofîsê, a rojnamê. Çawa ku rojnameger be qal dike. Lê ne rojnemavane, mamoste ye . Derekî divê Lelê danzdeh sal ji min mestire. Qet ser zû mêrkirina lelê nasekine , merî divê Lelê xuşka wî ye . Dema Zuhre qala zewaca xwe û Cimo dike. Cawakû Cimo destê zorê Zuhrê ji xwe re aniye. Lê kerreşivan Cimo bi dilekî hisayî cote bazin bal Mihraliyê çerçî ji bo Zûhrê distine. Zuhre jî dehan car divê ez cote bazin xapiyam.
Em disa vegerin li ser Bêzêr; Bêzar çûna Ehmedşah a nava refan qet napejirîne. Li gor wî tiştekî badilhewa bû. Dema Ehmedşah şehit dikeve. Haya xwêner bi monologên Ehmedşah jê çêdibe. Lê pir tê ajitekirin pir Arabesk dibe. Gelo ev nêrin jî ên Bêzar bun?Bêzar hember Mem Zînistanî jî dijminiyeke pir mezin lidardixe. Erê Memê bêyî wî çîroka wî nivisî bû. Lê ne ew bertek jî. Hemû nas û dostên wan tên erdekî zevta wî naynîn. A rast Memê heq jî kiribû. Ber kû him çîroka Bêzar xwe, him jî çîroka kû Bêzêr nivisîbu (Gorkol)bêyî wî mere rave kir.
Dibe ku Bêzar şîzofrenî be û niviskar xwêner xiste mêvanê hişê Bêzar û ket mir. Erê niviskar di serî de miribû ( Xwedê ciyê çuyî nede şermê) .
Beqî serê Rizgar Elegez bala xwêner diçe ser gotina Barthes. Bi rastî jî nivîskar tevna çîroka xwe, bi babet û kesayetên xwe derdixe mederê û xwe ta dike diçe. Êja xwêner tena serê xwe dibin şahidê wê dem û dewranê. Dem demeke nêzike lê ziman zimanekî çavkaniye zelal û xurte. Peyvên wusa hene malneketo tu bê tevna zargotinê daniye. Ziman pir firehe mirov nikare bes bêje devoka Serhedê ye. Ji xwe devoka Serhedê de daçek tunene. Camêr daçek karaniye. Tenê hîn ciyan de bilêvkirina gel rasterast karaniye. Minak negotiye "xwe" gotiye "xi" ev jî taybetiya Kurdî a fonetîk tê.Zimanê keseyetan ê niviskar ( vebêjêr) xurtire. Lewre ew wî zimanî dijin. Ferhenga wan fireh û kure. Ferhengeke zargotiniye. Hema bêje her xeberdanekî de remzeyeke zargotinî heye. Ji ber wê yekê nîqaşa zimanê heremî dertê holê. Min wek Serhediyekî dilekî xweş xwend. Gelek gelek bêje, gotinên mezinan û hin remzê din Ên zargotî kû ketibûne bin bîra min a tarî de derketine ruyê erdê. Lê gelek tişt hebûn ku min nû bihist.
A xweş yek jî ew bû ku dema mekan Serhed bû navenda çîrokê sir seqem û serma bû. Dema dem hate îro berhem bi du ziman. Dema Bêzar dertê derve zimanê duyemin heye. Nivisê der dorê û têkiliyên derve. Zimanê hundirîn jî hertim Kurdiye. Bêzar bi û hemî kesayetên din bi zimanê xwe ê hundirîn ve hebunekî xurt û nazenin saz dikin.