Gönderi

XEZAL DÎNÊ - Dengbêj Şakiro
Dîlber dînê sibe bû ez xezal im ax lo rebeno lo narim deştê li minê, gidi kembera zêr û zîvîn giran e ji eşqa dilê rezîl qêmiş nakim hayê ax lo nadim piştê hewû rebeno gidî, hewû zalimê gilî gazin û loma ji mi neke mi sond xwari sed xençerê li min xin ezê ranabim ji kêlekê hû wi lo ji teniștê bê xezal hayê hê hê hê hê yê ye bi, gidîno xezala mi xeyîdiye hûy ax lo bi mi ra nayê sebrê gilî gazin û loma ji mi nekin çavê xezala mi li revê bû, dilê xezala mi li seknê bû tu bala xwe bidê him diçêre Rebiyo lo him dikayê Xezal dînê sibe bû ezê bê nexweş im ax rebeno li minê lo birîn neksê kesekê xwedanê xêra tunini cewabekî bide xezala mi bi tenê melhemekî çêbike ji şîr û şekir lo ji arê kilsê hewû rebeno gidî, gelî gundî cînarno temî û weyseta mi li we be ez nexweş im ez dimirim hûnê kefenê mi bibirin çîtê dêrê qîza ax lo filankesê hewara Xwedê bê xezal hayê hê yî gidîno xezala mi xeyîdiye hî lo mi ra nayê çavê xezala mi li bezê bû, dilê xezala mi li seknê bû hûn ji bona Xwedê şahde bin vê sibengê xezal him diçêre Rebiyo lo him dikayê.
Kurdî
·
89 Gösterim
1 Yorum
Lütfen giriş yapınız.