Termê min di xwînê de bangor:
Ax sor ezman sor birîn sor
Xeliya dilê Xwedayên li jor
Û çiya kanî bi kanî verşiya:
Diranên xwe sûtin bi goştê min
Weslên min jê kirin weslên min:
Pêşî guhê min
Bi dû re sitr
û
Û bi dû re...divn!
Qesab in!
Dest bi qezetore, keftar!
Segên har in segên har!
Hey hawar, Arjen Arî
Miriyan jî dikujin di vî şerî de