Li ser baskê çûkekî,
Hezar carî dimirim û hezar carî vedijim
Di zikê masîyekê de
Hezar carî dîl dibim û hezar carî azad dibim
Di çavên dayikekê de
Hezar carî ji dayik dibim û hezar carî dimirim
Di çavên bavekî de
Hezar carî hatim hezkirin û hezar carî hatim terk kirin
M.N.S