Canikê qurbanê, tê canikekek min î gulgulî
Canikê qurbanê, tê canikeke min î gulgulî
Mi dî serê xezala mi şuştin li qirka xezala min gerandin bisk û gulî
Canikê qurbanê, tê canikeke min î hêdî hêdî tê û weyla qurbanê
Canikê qurbanê, tê canikeke min î gulgulî
Mi dî di serî de heyi leçekek xweşik î morî kirî
Li qirika xezala mi gerandin bisk û gulî
Wele biskê di bûka bera xwe bera nedin ber qulpê buhara xoxê lawo
-Wa şivanooo...
Şivane mala bavêêê minoo
Hey çav peqiyayooo
Bêja diya min û bavê mino
Bê zêrka zêra me
Xuha heft bira me
Diya Îsa Musa me
Esira destê huta me
Dibêjin zilamek û jina xwe diçin hecê, wezîfên xwe yên hecê tînin cih. Digihijin cihê ku kevira diavêjin şeytên.
Zilam dibîne ku jina wî dirajê kevirê mezin û diavêjê şeytên. Jê re dibêje:
-Keçê kevirê mezin neavêje, yên biçûk baveje.
Carek dido jina wî dîsa bi ya xwe dike. Zilam disa lê divegerê û dibêjê:
-Keçê ev çend caran dibêjîm te, kevirên biçûk biavêje. Şeytên jî melayiketê Xwedê te. Sibe du sibe dîsa li hev tên, ên di navbera wan de biçin dîsa em in!
Ew dibêje, ev çend car in dixwazim xwe bikujim, ji xwe kuştinê pê ve tu riyê nabînim. Xwekuştin carek e, mirov dimire û hew, lê mirina her roj zehmettir e.