Ya Rebbi îmana me ji hev nebe, gava yek ji me pêşketî û serkeftî be, bila yên din biqasî dê û bavekî pê serbilind bin. Ya Rebbî hesûdiya ku dilê me ji ber bûye wek heba nîskê, ji dilê me derxe, bêbextiya ku serê gelek qîz û lawê bavan xwariye, bike sergîna ku zivistanî di sobeya me de dişewite; xayintiyê bike hestiyê kûçikê ber deriyê me ...