Gönderi

Lalezar şerha gotinên pêşiyan
10/10
·296 syf.··
Beğendi
·
2025 39. kitabı
·
40 günde okudu
·
Okunma: 29 Mayıs 2025 16:51
Mela Husnî Hezîn, di vê kitêba xwe ya Lalezarê de gotinên pêşiyan şerh kiriye. Ev xebata wî, bes ne berhevkariyeke folklorîk e; lewra ew xwendekaran derdixe geşta seyrangeha edebî; bi uslûba xwe ya taybet, bi hîkaye û hîkmet û helbestan sed û hejdeh gotinên pêşiyan bi berfirehî şerh kirine. Wî di gotinên pêşiyan de ne tenê pend û şîret , herweha aliyê wan ê hîkmet û îrfanî jî derxistiye pêş. Gava ev yek kiriye, ji tecrûbeyên civaka Kurd sûd wergirtiye û wek qanûnên giştî yên Kurdan li wan gotinên pêşiyan nihêriye û ew nirxandine . Hune bi vê pirtûkê, bikevin alema nepen û efsûnî ya gotinên pêşiyan. Her yek ji wan gotinan di xwe de şopa bi sedan salan dihewîne. Gava hûn vê pirtûkê bixwînin, hûnê bibînin ku ji pênûsa Mela Husnî deng û awazên hîkemî tê guhê we û dilopên îrfanî diniqute dilê we. LalezarLalezar Mela Husnî HezînMela Husnî Hezîn
Kurdî
LalezarMela Husnî Hezîn · Nûbihar Yayınları · 20231 okunma
·
98 Gösterim
Yorumlar
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.