Puan vermedi·104 syf.····Okunma: 25 Mayıs 2025 14:54 NOWA û NOTAYEKE ŞÎN
“Kêra destê xwe kirasê pîvazê spî dikim.9”
Roman bi vê hevoka bi “allegorî” dest pê dike. Hevokên ewil ên romanan gelekî mûhîm in; çikû hevoka pêşî bersiva “ez ê çi bixwînim?” dide xwende. Çima allegorî? Çikû gotîye “kêra destê xwe “ negotîye “Kêra Lİ destê xwe”; negotîye “qaşilê pîvazê” gotîye “kirasê pîvazê”. Jixwe “spîkirin” ji allegorîyê jî wêdetir e.
Piştre, Nowa, baba, NO, dirankir, zeman, çav, dil, trêna şeşan, otobos, nameyên mirîyan, ava pîvazê û herka hiş... Teybetmendîya teknîka “herikîna hiş” wisa ye, ew ji xwe re coyekê çêdike û ber bi deryayê ve diçe.
“Diranê hiş 11, bişkoka hiş 90, memikên hiş 90, derê hiş 96, çavên hiş 96,bişkokên perdeya hiş 97, zimanê hiş 84,Berîka hiş 86, Orta ezmanê hiş 49, Destê hiş 27, otobosa hiş”
Nivîskar, bi serkeftî ev teknîk bi kar anîye û xal li dawîya beşan danîye.
“Go çîçirîskê derpê qulîskê kun enavê li ber dolabê jinka bavo ez birçîme gepil nano. Jinka bavo go;…”
Tişta vê romanê “xweştir” û “geştir” dike, ev afirînerî ye. (çîroka nanî/nên) Hem folklorê dixe navbera metnê, hem jî nan li dawîya her beşê dibe sembolêk.
1- Li romanê hin hêma û têmayên helbestî gelek bi serkeftin hatine bikaranîn.
Mînak:
Neynikên xeydok 48
ferhenga şevê 49
Dengekî pîr 49
bayekî şil 51
Wêneyê ewrekî nepixî 10
Hêrsa xwe ya şîn
2- Li zimanê berhemê gelek mijar hene yên bala mirov dikêşin. Mînak: Taswîrên bi “endamên bedenê” (li helbestên kurdî gelekî tên bikaranîn; bi teybetî li helbestên jinan) Li NOWA jî ev zimanê bûyî klîşeyeke helbestên kurdî heye.
memikên gerdûnê 87
Memikên guh 95-40
Gurçikên qûnê 63-83
aqilê lingan 85
Lingên gotinan 89
Gewriya gerdûnê 87
bejna ziman 84
zimanê eynikê 83
kezeba dinyayê38
zimanê dêrî 44
Derîyê dev 44
mêrga sîng 51
Ezmanê bîbikên çavan 49
ezmanê nameyan 84
Devê dîwaran 57
3- Li romanê “çav” û “dil” di nav “peyvên herî zêde hatine bikaranîn” de peyvên sereke ne.
Çarşevên çavên te 74
jêrzemîne çavên te 75
qapaxên çavên te 75
paçeya çavên te 75
meşa çavên te 75
reşikên çavên no 75
kulîkkên çavan 80
nameya çavên te 82
dara çavên te 82
beyarên çavên te 95
sîverneka çavên te 95
şevreşa çavên te 95
Sêlika çavan 90
çavên pacê31 (berî niha xelat standîye)
çavê tewanê 64
dengê dil 37
gûhê dil 79
ezmanê dil 31
çavên dil 80
qasîdên dil 52
dilê erdê 37
dilê xwe 37
dilê min 37
dilê xwe37
dilê trajedîyê 79
dilê bêdengiyê86
Dilê sêveke xama 50
4- Li berhemê carcaran sentaks û hişmendîya tirkî hatiye bikaranîn.
Mînak:
Gomlekê ji êgir 48
Memikên guh 95-40
Ava baranê 27
5- Carcaran peyvên “ne hewce” an jî absûrt hene
Mînak:
Rûnê nîvişk 45 nîvişk
Çûkekî nêr 49 çûkekî
Doşeka razanê 47 doşek
orta nîvroyê 87 nîvro
5- Gelek versionên devokî heremî hatine bikaranîn.
wek (zêde hatine bikaranîn)
mîna 41-44-49-71
mînanî 78
fenanî 44
nolî 44-59
nola 44
Bihêl 37 (Dêrik/Koser)
binêr 37-40-80 (Dêrik/Koser)
6- Hem “em” hem jî “emîn”
Yekem 82
Odeya yekemîn 83
49emîn 97
Duyemîn30
heftemîn 55
7- Li bikaranîna xalbendîyan kaos heye
Mînak:
.. … …. !..
!
Çi dibînim di paçeya zemên de!
8- Cînavkên xwedîtîyê “ê, a, ên” hatine bikaranîn lêbelê gelek caran li dewsa wan Î’ya bêzayend hatîye tercîhkirin.
Qazaxê min î(Ê) rîs ê dîya min ew…11
Bilêteke min î(A) erzan tune ye 32
9- Li hin deran JANYA tê bîra mirov.
Mînak:
Tu di çerçoweyan de hilnayê 26
çirûskên bajêr hilnabin 90
di vê helbestê de hilnayê 52
10 – “Ji nîşka ve” heye.
Ji nîşka ve 16
11- “Halbî” Gelek caran hatîye bikaranîn, “Halbî”çi ye nizanim, dibe peyveke şexsî an malbatî be.
12- Di romanê de, peyva “qûn” bi vî awayî heye.
nema devê xwe û qûna xwe ji hev dertîne 51
qûna min li ser kevirê kilozetê, çembera cemidî li qûna min tê hev. Pîne bi pîne dimîzim. 53
Kursî bawer nake bê kingê qûna xwe rake 83
popo nakevin derpîkan, êdî derpîk dikevin popoyan.25
13 – Hin mînakên bi pirsgrêk an balkêş an jî baş.
, nanek di bihayê bilêtekê de ye û kes kesî bi maçan şiyar nake.48
fêkîya kêliyên nebextewar 52
gotin û gû diçûn heman bîrê 53
me bi kîjan devê xwe dirît53
derî ranazên 54
Sîya jîyanê 55
destên min di boyaxa xwedê gerîyane…55
bi kîjan zimanî digrî 55
zimanê otobosan 55
Nayê bîra min gava min tîpa ewil nivîsî çend salî bûm?*56
Kanî dilop dike 57
, ev peyvira min e, dibêje jinik. 57
halbî 59
sala çendemîn 60
Hîs dikim KU milê min jeng girtîye 61
Behr-ewî 67
Bo 68
bi keledûxana mîza min re giloverên min vedizelin. 71
ez dibim nowa, nowa dibe ez. 71
75 paragraf çav(7 caran)
Malzarok 76
bazarfroş85
çavên xwe di min de xwar neke 85
Çi fêde, wê tuyê bikutî nameyên miriyan jî.23
Kevir bi stûyê xwe vekir 24
Doya xwe li kuçe dihêlim û bi îroya xwe digirim têm malê 25
Nas-nameyên mirîyan 27
Bi ser xwe dadikim.31
Çavên xwe dikutim nav çavên pacê31
Bo 35
Dilê xwe de 38
Roj ji ciyê lê ye tê ava, li ber paceya min jî tê hilê. 39
Kanîya destşoyê 39
Bi xewliyê ruyê xwe yê eynikê DE ziwa dikim 40
S(q)ehpaya 14
Qûnposto15
Ber destê sibê şopa rûyên xwe û bêhna devên xwe li ser xewlîyê, dewsa gez û lepên xwe jî li ser çermê min ji bîr dikirin.14
Gava der têm ji derve 13
Derzîya ziwa di min de nemaye 12
Xewlîya destê dirankir14
Her mirov stêrka xwe heye li ezmên16
Ev heye hefteyek 17
Hêl lê dibim, qutiyek dide destê min 19
eynî wek min 19
ENCAM
Li edebîyata vê rojê, mijar jî mûhîm -ne her tişt e- lêbelê hewce nake çîrok, mijareke populîst be bi rêkûpêk be. Nivîskar dikare li ber qelandina pîvazan re jî hişê xwe biherikîne. Li vê berhemê xwende melodîyekê dibihîze ji hevokan; hişê mirov dikêşe wê fon, ped û atmosfera jineke jin.
Nivîsîna jineke kurd a bi vî awayî, bi edebîytateke modern û bêtirs, hêjayî teqdîrkirinê ye. Her çi qasî hin kêmayîyên zimên hebin jî (li pirtûkên kurdî tevan hene) bi piranî zimanekî pak û paqij heye li berhemê. Kifş e, redaksiyoneke baş hatîye kirin. Min li vê berhemê herî zêde keda ji bo “civakîkirina (sosyalizasyona) zimên hatî kirin, eciband. Nivîskar xwestîye ne bi devok û heremkî binivîse, xwestîye kurdên li cîhanê tev fam bikin. Mînak: ne gotîye “çehv”, gotîye “çav”.
Bi hêvî me Eyşana Beravî wê berhemên gelekî baştir binivîse. Pîroz dikim.