Wekî pêşniyazê dixwazim bibêjim teqez ji vê pirtûka ceribandinên bi tehm dest bi xwendina Ciwanmerd Kulek bikin. Wê hingê wisa bawer im dê xwendina wî hem bêtir bi wate bibe û hem jî dê hêsantir bibe. Bila ev pirtûk çavê we netirsîne lewra yek, ev ne gotar in her çiqas di danasîna pirtukê de wisa bê xuya jî. Du, ev ceribandin in û birastî jî pir bi tehm bûn. Zimanê vê berhemê û romanên Ciwanmerd Kulek naşibin hev (ev fikra min e) di vir de mebest ne ew e ez bibêjim ev ji romanên wî qelstir e an jî berevajiyê wê. Zimanekî hem edebî û hem jî hêsan hebû tê de. Yeke din mirov piştî vê berhemê dixwaze çîrok û romanên wî jî bixwîne (qet nebe ez wisa difikirim) du pirtûkên wî man yên min nexwendî ew jî li benda demek xweş in.
Nîşe: Du mebestên vê nivîsê hene 1-Dixwazim hîn bêtir xwîner nexasim yên meyla wan î nivîsê/nivîskariyê heye nivîskarekî wekî Ciwanmerd Kulek bixwînin û pê bihesin.(Mixabin nasîna wî an jî xwînerên wî û hêjabûna berhemên wî pir dûrî hev in.) 2- Ciwanmerd Kulek li gor min ne tenê nivîskarek e ew di heman demê de rewşenbîrek e jî herwiha em di demeke wisa alozî de herî zêde muhtacî wan in.