Berî her tiştî divê ez sipasyên xwe nivîskar Mahmut beğik bikim ku li ser Dengbêj Reso(Resoyê gopalan an jî bi navê Resoyê muhacir tê nasîn) lêkolîneke wiha berfireh kirye.
Em dikarin bibêjin ku, dengbêjî asteke wisa ye ku tenê aîdî Kurda ye. Ji ber wê jî cihê Dengbêj Reso di vir de cûda ye.
Ev pirtûk berhemeke gelekî berfireh e û lêkolîneke baş e li ser dengbêj Reso hatiye kirin. Di nava pirtûkê de behsa jiyana dengbêj Reso tê kirin,dengbêj Reso jiyaneke gelekî zor û zehmet,xizan û bijan dîtîye.
Li gorî hin kesan şahê dengbêjan tê nasîn lê dibe ku jî ev mijareke niqaşî ye!..
Dengbêj Reso ji aliyê dengbêjêyê ve gelekî xurt bûye û ji Evdalê Zeynikê jî perwerde dîtiye. Lê ew wê demê gelekî piçûk bûye baş nayê zanîn tiştekî wisa heye an tuneye. Lê di pirtûkê de dibêje dema hê zarok bûye ji jina Evdalê Zeynikê Gûlê re jî kilam gotiye!, hê wê demê Reso bala Gulê kişandiye ser xwe,em dibînin ku dengbêj Reso ji hêla dengbêjêyê ve di nava asteke mezin de bûye.
Di heman demê de jî nêrînên hin dengbêjan li ser dengbêj Reso heye,yek Ji wan Dengbêjan jî Dengbêj Şakiro ye!,ez dixwazim wan gotinên ku Şakiro anîye ziman parve bikim, Şakiro di hevpeyvînekê de wuha behsa Reso dike û dibêje:"Ez dilşikestî me. Kurd qedrê dengbêjan nizanin û li nirxên xwe jî xwedî dernakevin. Li Tirkan binêrin! Yek Aşiq Weyselekî wan hebû û lê xwedî derketin. Wî bi hemû cîhanê dan nasîn. Lê Resoyê me yê dengbêj jî hebû. Ez çawa wî ji te re bînim ziman, ew mamosteyê me hemûyan bû. Mixabin me wî ji birçîna kuşt. Ka ji min re bibêje ez çawa derê dîwana dilê xwe yê birîndar ji te re vekim û bi te re biaxifim!"
Nivîskar di vê berhema xwe de li ser kilamên Reso jî sekiniye û lêkolîneke fireh jî kirye. Di nava van kilaman de, navê kesên ku derbas dibe nivîskar ev kesana bi awayekî baş ji me re rave kiriye, dema em şîroveyên wan kilaman dixwînin û kesên ku di nava kilaman de derbas dibe fêr dibin, mirov wê demê baş têdigihêjê ku mijara dengbêjî yê mijareke gelekî girîng û hêjaye
ji ber wê ye jî, divê Kurd qedrê dengbêjên xwe bizanibin û jê xwedî derkevin. Ji ber ku dengbêjî wêje,çand,dîrok,ziman, zargotin û parçeyeke Kurdan a girînge!