Pirtûka ku xwe cara duduyan bi xwîner bide xwendin, ew pirtûk serkeftî ye. Kûçikistan yek ji wan pirtûkên kurdî yên herî serkeftî ye, lewra piştî çend salan min cara duduyan xwend.
Ji navê nivîsê jî diyar e ku ev pirtûk mînakeke alegorîk e û ji ber ku meseleyên siyasî ji me re vedibêje, wek alegoriyeke polîtîk em dikarin bi nav bikin. Pirtûk û meseleyên tê de bi rêya sembolan ve hatine vegotin, ya ku pirtûkê dike alegorî jî ev taybetî ye ji xwe.
Mihemed Ronahî vê pirtûkê di sala 2017an de dinivîse. Pirtûk ji heft çîrokan pêk tê. Lehengên çîrokan jî "kûçik" in. Kûçik, yan wek serleheng yan jî wek lehengên alîkar di çîrokan de cih girtine. Tişta ku berhemê cuda dike ev leheng in. Heta niha bi dehan pirtûkên kurdî me xwendiye û tê de pirsgirêka bindestiya kurdan dîtiye. Lê ji çavên mirovan û bi vegotinên wan. Îcar di vê pirtûkê de em ji çavên kûçikan şahidiya vê pirsgirêkê dikin û rasterast ji devê wan dibihîzin çîrokên li ser şerê serdest û bindestan, çîrokên li ser talan û dagirkeriyê, çîrokên li ser mirin, kuştin û koçberîyê.
Di pirtûkê de hûn dikarin ji çavên ajalan, ji çavên kûçikan li mirov û mirovahiyê binêrin. Ewçax hovitiya mirovan belkî bêtir bê dîtin û bê fêhmkirin.
Di her çîrokekê de peyamên pirr xweş hene. Çîrokeke bi navê Mişext heye, tê de behsa serpêhatiya du kûçikan tê kirin: Qero û Soro. Soro digire Qero dikuje. Ji ber ku di nav kûçikan de heqareta herî giran ew e ku tu ji kûçikekî re bêjî "mirov" û Qero jî ji Soro re gotiye "mirov kurê mirovan" :) ji ber vê jî Soro xwe negirtiye û bûye qatilê Qero; lê ji aliyekî ve jî ji ber ku di nav cîhana kûçikan de kuştin tişta herî xirab e, Soro ji ber vê kiryara xwe ji welatê xwe tê mişextkirin. Tiştên bi vî rengî di hemî çîrokan de hene. Naxwazim behsa naveroka çîrokên din bikim bona ku meraqa xwîner a li ser pirtûkê teze bimîne.
Di nav edebiyata cîhanê de mînakên alegorîk ên bi vî rengî hene û mînakên xweş in. Yên ku min xwendine û dikarim wek mînak nîşan bidim ev herdu pirtûk in: Haw û Sadık Ruslan.
Xaleke din jî heye di pirtûkê de min xwest ez dawiyê behs bikim, helbesta bi navê "çîroka kûçikên birçî". Ev helbest di destpêka pirtûkê de hatiye nîşandan, ji aliyê Ferîd Xan ve hatiye nivîsîn. Helbet di vê kiryara nivîskar de ji bo me kurdan peyameke xweş heye, bêyî ku ez behsa naverokê bikim, lînka helbestê datînim vir: youtu.be/mqXZSjPTv80?fea...
Zimanê pirtûkê pir xweş e, çîrok wer diherikin meriv dikare nava du saetan de pirtûkê biqedîne, ji xwe kurt e, 73 rûpel in li ser hev. Hêvî dikim hemû xwînerên kurdî vê pirtûkê bixwînin..