Gönderi

Nirxandineke Qurmiçî
Puan vermedi·80 syf.··
2025 120. kitabı
·
20 saatte okudu
·
Okunma: 13 Eylül 2025 16:16
Ev pirtûka Firat Cewerî ya şeşan e ez dixwînim. Hê jî tam nizanim gelo ez ji nivîskariya Cewerî hez dikim yan na. Di pirtûkên wî de tiştekî wisa awarte ku meriv bibêje hahoo:) tune ye lê dikarim bibêjim zimanekî zelal û sivik heye, mîna avê diherike. Ev pirtûka çîrokan a duduyan e dixwînim, ya din Girtî ewqas jî xweş nebû, çima xweş nebû çimkî heta niha min gelek çîrokên bi wî awayî xwendibû, tiştekî cuda yan jî li min tesîr bike tune bû tê de. Romana wî Payiza Dereng bi min badîhewa dirêj bû, Cewerî, wê berhema xwe mîna pirtûkên Orhan Pamuk bêteşe dirêj kiribû bi min, ev yek qalîteya pirtûkan kêmtir dike û xwendevan aciz dike bala xwendevan belav dibe. Lê dîsa jî hêjayê xwendinê bû. Herdu romanên wî Ez Ê Yekî Bikujim û Lehî ku her du berdewama yek bûyerekî ne, xweş bûn, ne xirab bûn; mijar û bûyerên tê de diqewimin di navbera xwînerên kurdî de bibûn sedema nîqaşê, lê ev jî normal e em bibêjin, taliya talî pirtûk berhemên honak in û ji bo nîqaşan guncav in. Romanseke Çilmisî, ji heft çîrokan pêk tê. Her sê çîrokên ewil behsa evînên nîvco, pevşabûnên demkî û evîndarên têkçûyî dikin. Çîrokên mayî jî li ser mijarên din hatine honandin. Hemû çîrok jî pirr xweş bûn. Zimanê çîrokan ecêb xweş û herikbar bû. Di hin çîrokan de vebêjer kesê duyem bû yanî teknîka "tu"yê hatibû bikaranîn, wek pirtûka Mehmed Uzunî Tu. Meriv dikare vê pirtûkê wek bêhnvedanekî bixwîne, dirêjahiya çîrokan jî gelekî maqûl bûn. Bi kêfxweşî pêşniyar dikim. Ez ê pirtûkên Cewerî yên mayî jî bixwînim da ku bikaribim li ser nivîskariya wî biaxivim lewra wî çil salên sax daye vê rêya nivîskariyê. Bi hêviya ku hemû xwînerên kurdî qelema wî nas bikin.
Romanseke ÇilmisîFirat Cewerî · Avesta Yayınları · 201528 okunma
··
530 Gösterim
1 Yorum
Lütfen giriş yapınız.
Ez jî di heman fikrê de me. Wextê Firat Cewerî dixwînim di nava dudilîyê de dimînim ku xweş e yan nexweş e pênûsa wî. Ji bo nirxandinê dîsa jî spas ezîzekam. Di derheqê nivîskar de şemayek di hişê min de bi cih bû.🌸
Şeyma
Gönderi Sahibi
Ez spas dikim mamosteya zimanê xwe, kêfxweş bûm ku fikrek bi te re çêbû. 💚🌻