Payiz û Ziyab, du dengên vê pexşana kurt (novella) ne. Du deng, du him an jî du kesayet in. Ew du alî ne: dengê hundirîn û yê derve, tarî û ronî, rih û beden, Ahura Mazda û Ehrimen. Ev şerê di navbera her du aliyan de heta dawiyê didome. Kesayeta me hebûna xwe li hemberî baviksalarî, civak, çanda kevneperest û pergala desthilatdar a zordar ava dike. Helbet ev yek pir zehmet e û nivîskara me li pey bersiva vê pirsê ye: Gelo jineke Kurd dikare hebûna xwe ava bike?
Kesayeta me her çiqas li dijî dayika xwe û tevgerên wê be jî, bêdengmayîna wê rexne dike, lê di dawiyê de, dema ku li neynikê dinêre, di heman demê de pêşî diya xwe û paşê jî xwe dibîne.( #286234548 ) Gelo hişkbûna erdê û bilindbûna asîman çarenûsa vê axê ye? Xwîner jî tevlî nivîskarê dibe û li pey bersiva van pirsan diçe.
Bi herikîna hiş, avakirin û hilweşandinê (deconstruction) ve rêbazên serdema nû hatine karanîn. Di heman demê de metafor, remz (zeryaya bêbin, neynik, kevir, genimê hişk) û xweşbêjî jî hêmanên balkêş ên berhemê ne. Siyasetbûna eşkere çav li mînorîteyê diqîrpîne. Dema nivîskar Kurd be, helbet hîmê berhemê li ser hêmana Kurdbûnê tê avakirin. Eger nivîskar jin be, hîmê berhemê jî li ser jinbûnê û hebûna wê tê avakirin. Her çend hêmanên raveker û dîdaktîk carinan xwîner aciz bikin jî, berhem bi xweşbêjîyê serkeftî tê ser hev û kuta dibe.