Gönderi

RÊYA ZILMÊ NAÇE BIHUŞTÊ
5/10
·216 syf.··
Beğendi
·
2025 21. kitabı
Rêya ku naçe Bihuştê bi du vegotinan ve hatiye lêkirin: tevlî monologan kesê yekem û kesê sêyem.Bi vî awayî çîrok yekalîbunê difilite. Berhemê de a herî sereke mijare. Ew fermana 74.("Ev fermana heftê û çaran e" Çakar,2019, r.153) a li qewmê Êzîdî hatiye dayîn. Wekî ku tê zanîn fermana dawî bi destê xwediyê ala reş Daîş ê hat dayîn. Zilmeke wusa qewma Êzîdî tê kirin destê xwêner erd û esmanan diqede. Bi vegotina nivîskarê jî xwenêr behn çikyayî dixwîne. Çîrok bi sehneya yekemîn di ramoka pîqaba Apê Elyas be destpêdike. Bi ditîna xwêner reşahiyan gund desteserkiriye û gundî tên nefî kirin. Di rûpela 18. de em dibin hemî cîwanên gund tevlî kal û piran ramoqa pîqabê siwar dibin "Çi qas ciwanên gund hebûn li ser romorkê bûn: Zizė, Alê, Çînê, Rustem, Baro, Xêro, Şêro... Keleşo" tevlî kujerên xwe cara dawî diçin goristanê, ser mezelên xwe. Ger nafikirin, gund şewitandina hebe ev reşahî çawa dihêlin ew herin xatirê xwe miriyên xwe bixwazin, heta bi nanê germ û hêjîran şîva wan jî bibin? Xwêner di sehneyekî de dibîne Keleşo tê Şemsîxanê dixwaze. Di hîn diyalogên din be jî hezr dike ew Dezgir tîne. Û axirya çîrokê de bi gotina Şemsîxanê a " Buka bêmiraz" xwêner têdigihîje kû wan dewat nekir. Lê çi hat serê Keleşo kuda hat û kuda çu malîqe. Tenê serkêlke reş de navê tê dîtin. Piştre em rûpela 114 dibînin ku hemî jinê gund dîsa di ramokekîde ne û ber bî zulmatê ve tên birin. Di berhemê de alî rêbazî hêyama herî serkeftî a navmetnî bû: çîroka berdest û a Hûtê Heftserî heya dawiyê bi hevre herikî. Hîn caran gihêjtine hev hîn caran agahiyên hevdu didan. Bi çîroka "Gûno û Hût" û xewna Şemsîxanê jî hêmanên kolajî lê zêde bibûn. Her wiha pir nîk ( motîf) jî hebûn: Siwarê sibê/ Siwarê êvarê, nanê germ û hêjîr, dara zeytûnê, genim, deriyê bêperwaza.Giloverbuna sîniyê her çiqas wek nikek çandî were xuyanê jî , bi min çerxa bêsûdiyê( kısır döngü) destnîşan dikir. Ji ber ku dema di wê gundê xerab, mala Huzeyfe yî reş de dîl bû jî xwerina jê re dihat. Li ser siniyeke gilover de bû.Meselaya navê Sînê/ Şemsîxanê çêjeke efsunî çîrokê zêdekiribû. Lê xwezî hinekî ditîr vekira. Ji xwe bi min vê çîrokê vegotinek dengbêjî divêt. Çîrokê de him şîn hebû him şahî , him îxanet hebû "Xidirê mala Şerîfo di nava reşahîyên ku ji xwe re dibêjin em "leşkerên xwedê ne" (Çakar,2019,r.137) him zulmat. Divê xalîçeyên rengorengo û hêkên bi dest dihatin xemilandin hurehur bihatana vegotin. Û ne tenê fermana vê dawiyê, divê herî kêm dû an jî sê çîrokên van Fermanan ên demê cuda cuda hatine dayîn bi hevre biherikinîna. Xwîner di nava dem û dewranên van fermana da wunda buya. Hemî hêmanên baş/ xweşik bi spiyê va ên xirab jî bi Reşê va hatibûn pênasekirin. Ji xwe ola Êzidiyatiyê de reş û spî heye. Û ji xwe ala Daîş ê reş e. Ango niviskarê tiştek lê zêde nekirye. Pênaseyên herî xav ( ên di nava gel) evin. Axir bi Kurdiyeke teq û req me dît ku rêya zilmê naçe bihuştê.
Edebîyata Kurdî
Ev Rê Naçe BihuştêYıldız Çakar · Lis Basın Yayın · 20199 okunma
··
198 Gösterim
Yorumlar
Lütfen giriş yapınız.