Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Ev Rê Naçe Bihuştê

Yıldız Çakar

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
216 syf.
·
Puan vermedi
·
5 günde okudu
Kîjan Rê Diçe Bihuştê
Me di vê berhema Ximxim Xanimê de, bihuşt jî dojeh jî bi çavê serê xwe dît. Nivîskara gewre Yildiz Çakar, di vê romana xwe ya duyem de jiyan, çand û serborîyên gelên Êzidî pêşkêşî xwendevanan kiriye. Roman, ji heft beşan pêk tê û hemû beş bi hev ve bi serkeftî hatine kêlkirin. Em ji serî heta dawîya romanê şahidiya zilma ku li gelê Êzdî qewimîye dikin û ev zilm ji aliyê reşahîyan ve bi qaîdeyên hovî hatine kirin. Gundên wan hatine şewitandin, mêrên wan hatine serjêkirin û jinên wan jî li bazaran hatine firotin. Ev tev jî ji bo gehîştina bihuştê û bi navê xwedê hatine kirin. Lehengên romanê bi piranî jin in, mêr wek lehengên alîkar di berhemê cih girtine. Serlehenga me, bi awayekî serkeftî bi me daye zanîn ku meriv jin be, Kurd be û ser da jî Êzdî be, bihuşt li meriv dibe dojeh, Ro berê xwe wê da dike û mirin jî para meriv nakeve. Berhemeke serkeftî û hêjayî xwendinê ye. Zimanê vê berhemê wekî her berhemên Çakar, notanî şekir e. Dîsa wekî romanên dî, di vê romanê de jî serleheng jin in û mînakên navbermetnî jî bi awayekî serkeftî cihê xwe girtine di nav romanê de. Bi kurt û kurmancî ne tenê vê berhemê, hemî berhemên Yildiz Çakarê bixwînin, binirxînin çi zanim dîyarîyê hevalên xwe bikin, ez jî tê da :)
Ev Rê Naçe Bihuştê
Ev Rê Naçe BihuştêYıldız Çakar · Lis Basın Yayın · 20197 okunma
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.