Tahmini Okuma Süresi:
3 sa. 0 dk.
Sayfa Sayısı:
106
Basım Tarihi:
2020
Yayınevi:
Lîs Yayınları
ISBN:
16065560882493
Ülke:
Türkiye
Dil:
Kürtçe
Format:
Karton kapak
Türler:

Yorumlar ve İncelemeler

8/10
·106 syf.··
2023 7. kitabı
·
8 günde okudu
·
Okunma: 10 Nisan 2023 03:16
DI QIJALKÊ DE XWEHEYÎKIRIN Fewzî bîlge Qijalkê ji xwe ra dike navgîn û hijê xwendevanên xwe bi romana xwe a modern di nav sê zeman û gelek sîyan de dertîxe rewîtîyeke kûr û kurt. Bi xwe jî ne dikare Qijalkê bi çargavkî bibezîne ne jî dikare hikim li ser zeman , ziman û sîyan bike . Li qeraxa Gola Hazarê , li navbera dar û sîyan de , li bin hîva çardeşevî , çavekî wî li Qijakê , çava din li hîv û dar û zeman e Navê qerekterê romanê tun e, navê Qijalkê jî, lê em ji romanê fam dikin ku qerekter mêr ; qijalk jî mê ye .. ji xwe tu giringîya vê yekê jî nîn e bi min , her wekî A. Camus jî di romana xwe a Bîyanî de gotî “ dayê mir nizanim îro bû , belkî jî doh bû “ Qijalk ne tenê qerekter û rêhevalê qerekterî me a sereke ye , heman demê demjimêr e , pîvan e û seata şeşan a şiyar kirina qerekterê me a sereke ye … lê alarm ew tenê nîne ; trêna şeşan a ku li vir re derbas dibe jî heye , trên tenê heye , ji bilî wê tişteke peywira wê nîn e … dema piştê trên derbas dibe qijalk “ qajeqaj“ dike, dîsa qerekterê me tikûtenê ye “ bi qasî Rilke tikî tenê me” (rp12).. Fewzî Bîlge , dixwaze qerekterê xwe ji qelebalixê bişo û tenê bihêle , piştê vê yekê jî dixwaze qerekterê xwe ji nû ve ava bike . Avakirina yekem jî “ xweheyîkirin e” … “ Xweheyikirin , xwestina jîyaneke heta hetayê ye, rakirina sînorên hemû zemanan e” ( rp,17) … lê dê vê yekê çawa bike ? Ji aliyeke din ve jî ji pênasekirinê aciz e , “ pênasekirina hinek tiştan bi qasî pênasekirina Xwedê zehmet e û ji ber ku pênasekirin her tiştî bi sînor dike , meriv neke çêtir e” (rp, 34) Di meseleya pênasekirinê de nêrînên J. Sartre a di derheqê “ xweheyînkirinê” dihîne bîra xwendevanan lê dê çawa xwe ji xwe û ji “sîya nemîrên hemû zemanan “ bişo û xwe ji nûve ava bike ? Kengê hewl dide ku “xweheyî” bike
QijalkFewzî Bîlge · Lîs Yayınları · 202012 okunma
10/10
·106 syf.··
Beğendi
·
2021 24. kitabı
ewr, ewr'ên reş, tarîtî, tenêtî, bendamayîn, dînîtî, şerm, Hêvî, mirî, mirîyên hemû zemanî an ê vî zemanî... Ê ku van tevlîhevîya guhdarî dike jî rebena Qijalk'a reş. Ji xwe fewzî bîlge jî fahm kiribu ev tişten ku di nava mêjîyên wî diçin û tên, tenê ajalek kare guhdarî bike. Naxwe ew ajal jî zêde nema û çuyîn pê hêsan hat... Divê mirov ronahî ya dû hundirê tarîye de bigere û bibîne. Heger ku nehat dîtin rewş ne baş e. Qewla nivîskarê qijalk ê jî ku digot; wê gavê me pê girt. :) Zêdebûna ramanên ecebmayî bera çavên we qet netirsîne, Bêguman hûn ê jî ji zimanê fewzî bîlge ê zelal û  pak hez bikin. An jî hûn ê poşman bibin... Xwendevanên fewzî bîlge baldar bin û li mêjîyê xwe miqatebin:)
Edebiyat
QijalkFewzî Bîlge · Lîs Yayınları · 202012 okunma
Reklam

Yazar Hakkında

Fewzî BîlgeYazar · 5 kitap
Nivîskar û wênesaz Fewzî Bîlge, Di sala 1962'yan de li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. Heta dawîya xwendina xwe ya lîseyê li Qoserê jiyaye. Li bajarê Stenbolê di zanîngehên cuda de beşên Weje û Zanistên Civaknasiyê xwendiye. Di sala 2000'î de vegeriyaye welêt û di kargeha xwe (Soresorê) de pazdeh salan dersên wêne û wêjeyê daye û gelek wênesaz û wêjevan gihandine. Ew, xwediyê gelek ezmûn û çalakiyên hunerî ye. Piştî malnişîn bûye dest bi xwendina felsefeyê kiriye. Lê belê tenê du salan ev beşa navbirî xwendiye û wekî ên din dev ji vê jî berdaye. A niha li Amedê dijî. Tenê diwêne û dinivîsîne. Di kovar û rojnameyên Kurdî yên weke Nûdem, Pelîn, Roj, Medya Güneşi, Jiyana Rewşen, Kevan, Tiroj... gelek xebatên nivîs û wêneyê pêk anîye.