Revde Gurg

Husên Arif
Tahmini Okuma Süresi:
2 sa. 16 dk.
Sayfa Sayısı:
80
Basım Tarihi:
2024
Yayınevi:
Pall Weşan
ISBN:
9786057221780
Ülke:
Türkiye
Dil:
Kürtçe
Reklam

Yorumlar ve İncelemeler

Divê herkes bixwîne.
Puan vermedi·80 syf.·
2024 24. kitabı
Di hundirê her kesî de kêm zêde gurg hene. Hinekan ew gurgê di hundirê xwe de kedî kirine û hinekan jî ew hovtir kirine. Evna gurgê dupêne û ji gurgê çarpê hovtir û dirinde ne. Dema ev gurg ji hev top dibin hovtira wan zêdetir dibe û dibin revdegurg. Behram û jina wî Eyş ji gurgê dupê direvin ji xwe re malekî nû ava dikin, ji civakê dûr. Ji ber ku xera nebin û sade bimînin ji civakê dûr dikevin. Nivîskar vê dûrketinê wiha dibêje: “Ez divê nehêlim mîkroba kuştin, dizî, vir û derew, find û fêl û zor stemê di memleketê min de hebe. Ez ji destê kar û kiryarên wan direvim. Ez digel jin û zarokên xwe ji destê wan xwe vedişêrim, îcar çawa ez ê bihêlim ew hemû mîkrob ku hejmara wan nayê zanîn piyê xwe danin nav memleketê min de?” Nivîskar gelek hêlan ve civak û sîyaseta vê rexne dike. Hizbên sîyasî li kuderê dibe bila bibe hertim dixwaze gel li ser fikrê wî be û li gorî wî bifikire. Ji fikrê cuda hezm nakin. Nivîskar jî ji ber vê fikra wan a çep rexneyê xwe ji wan kêm nake: "Tenê eger partiya te fermanê bide te, eve dibe. Hûn nikarin fermana partiya xwe red bikin. Ecêb e!.. Eger bêje bimirin, hûn ê bimirin.” û di cîyekî din de jî wiha dibêje: "Tu niha kadroyekî hizbî yî û tu heta ber gewriyê ketî nav siyasetê. Ez jî kesekî bi tenê me ku ji wê civakê reviyame û dibêjin tu dixwazî bi siyasetê wê civakê çê bikî." Mixabin civak û piranî jî civaka rojhilata navîn pere, zêr û zîv û berhevkirina van gelek hez dikin. Dewlemend gelek dewlemend û feqîr jî gelek feqîr in. Ew dewlemendîya ber feqîra ketîyî jî ji wan distînin. Nivîskar vê çavpirçitîyê jî wiha tîne ziman: "Bîzê min ji wan kesan tê ku bi qasî çiyayekî milk û mal kom kirine, lê dîsan jî her bilez in bo zêdekirina wê. Min desthilat hebe, ezê hemû sermiyana wan zeft bikim. Piştre her bi wê sermiyanê, ez ê di xîm de girtîgehekê
Kurdî
Revde GurgHusên Arif · Pall Weşan · 202427 okunma
7/10
·80 syf.··
Beğendi
·
2025 25. kitabı
Nivîskar Husên Arif Revde Gurg'a xwe li ser sê hima avakiriye: Hebûn, teoriya Maslow ; ji bo jiyanê pêdiviyên sereke, û helbet Kurd û jiyana Kurdan. Kesayetê sereke Barham dike jiyanekî bo malbata xwe û hebûna xwe ava bike; Dilê wî civata gurgên du pê dixele, pişta xwe dide wan, cîhwarekî ji xwere peyda dike û bi jin, herdu zarokên xwe li wir dijî. Naxwaze kes bê wê jiyana ku wî avakiriye . Bi derfetên xwe bi hewildanên xwe xwe re "memleketkî" ew lê serdar e de dijî. Behram kesayetek pir mêre; Hemû biryaran tena serê xwe digire, ne guh dide derfet û zextên wê jiyanê, ne jî şîretên derdorê û ê bavê Eyşê , heta qet guh nade Eyşê jî, "Gelo di bedêla demançeyê de, te tiving hebûya baştir nebû? Min wê demê gote te, di bedêla demançeyê de, hindek pereyê din jî deyn bike û bide tivingê, lê te guh neda min" Behram bersiva wê neda û xwe bêdeng kir.(Arif,2024,r.39) Pêdiviyên malê , taybetî ên parastinê û rêveberinê hemî tena serê xwe dike. Metleba wî weke ku minetê kesî neke. Dema diçe mala apê xwe niftê bine, ap û jinapa wî bi dilekî geş jî wî pêşwazî dikin û xizmeta wî pêktînin. Dîsa jî dema pêdiviyên xwe rêz dike divê xwarina me têra me heye û geleke jî, tenê dibe nifta me kêm be em çirayê hil nakin û xilas. Ji bo minetê kesî neke dike niftê kar neyîne. Serî de wek Maslow dema pêdiviyên xwe rêz dike pêşî wek Kurdekî divê "pêşî star,paşê debar" ( gotinên mezinan) " Lê ardê me heye. Birinc, savar, nîsk, nok û rûnê me heye. Şekir û çaya me heye, û ne tenê para deh rojan, belku ya herî kêm ku şekir û çay e, têra sê deh rojan jî dike. Tenê neft e ku me kêm heye û ew jî eger biqede, îcar em çirayê hil nakin û xilas" (Arif, 2024, r.8) Eyş jî pêywira xwe tîne cî ango bermaltiyê dike: Karê xwerin û vexwerinê- kanî ciqas dur be û anîna avê zehmet be jî, ew
Edebîyata Kurdî
Revde GurgHusên Arif · Pall Weşan · 202427 okunma

Yazar Hakkında

Husên ArifYazar · 0 kitap
1936 yılında Süleymaniye'de doğdu. Abdulla Goran'ın teşvikiyle düzyazı şiir olan ilk eserini 1954 yılında Jin gazetesinde yayınladı . 1961 yılında Azadi gazetesinde gazeteci olarak çalışmaya başladı. 1969 yılı sonunda bazı arkadaşlarıyla birlikte Kürt Yazarlar Birliği'ni kurdu. 1970 yılında bir grup arkadaşıyla birlikte Riwange edebiyat hareketinin manifestosunu yayınladı. 1998 yılında bazı arkadaşlarıyla birlikte Serdem yayınevini kurdu. Birçok edebi eserin sahibidir ve birçok önemli ödüle layık görülmüştür. Revdegurge (1983) ile birlikte diğer eserleri şunlardır: Le Korî Xebata (1959), Şar (1986), Koktêyl (2005), Kameran ü Honrawey Nwê (1958), Kürt Sanat Hikayesi (1977). Husên Arif ayrıca pek çok eseri Kürtçeye çevirmiştir; bunlardan en ünlüsü 1986 yılında yayınlanan Machiavelli'nin Prensi'dir .