Nivîskar Husên Arif Revde Gurg'a xwe li ser sê hima avakiriye: Hebûn, teoriya Maslow ; ji bo jiyanê pêdiviyên sereke, û helbet Kurd û jiyana Kurdan.
Kesayetê sereke Barham dike jiyanekî bo malbata xwe û hebûna xwe ava bike; Dilê wî civata gurgên du pê dixele, pişta xwe dide wan, cîhwarekî ji xwere peyda dike û bi jin, herdu zarokên xwe li wir dijî. Naxwaze kes bê wê jiyana ku wî avakiriye . Bi derfetên xwe bi hewildanên xwe xwe re "memleketkî" ew lê serdar e de dijî. Behram kesayetek pir mêre; Hemû biryaran tena serê xwe digire, ne guh dide derfet û zextên wê jiyanê, ne jî şîretên derdorê û ê bavê Eyşê , heta qet guh nade Eyşê jî, "Gelo di bedêla demançeyê de, te tiving hebûya baştir nebû? Min wê demê gote te, di bedêla demançeyê de, hindek pereyê din jî deyn bike û bide tivingê, lê te guh neda min" Behram bersiva wê neda û xwe bêdeng kir.(Arif,2024,r.39) Pêdiviyên malê , taybetî ên parastinê û rêveberinê hemî tena serê xwe dike. Metleba wî weke ku minetê kesî neke.
Dema diçe mala apê xwe niftê bine, ap û jinapa wî bi dilekî geş jî wî pêşwazî dikin û xizmeta wî pêktînin. Dîsa jî dema pêdiviyên xwe rêz dike divê xwarina me têra me heye û geleke jî, tenê dibe nifta me kêm be em çirayê hil nakin û xilas. Ji bo minetê kesî neke dike niftê kar neyîne.
Serî de wek Maslow dema pêdiviyên xwe rêz dike pêşî wek Kurdekî divê "pêşî star,paşê debar" ( gotinên mezinan) " Lê ardê me heye. Birinc, savar, nîsk, nok û rûnê me heye. Şekir û çaya me heye, û ne tenê para deh rojan, belku ya herî kêm ku şekir û çay e, têra sê deh rojan jî dike. Tenê neft e ku me kêm heye û ew jî eger biqede, îcar em çirayê hil nakin û xilas" (Arif, 2024, r.8)
Eyş jî pêywira xwe tîne cî ango bermaltiyê dike: Karê xwerin û vexwerinê- kanî ciqas dur be û anîna avê zehmet be jî, ew kar, karê jinane ji ber wê, wî karî Eyş dike. Wekîdin Eyşe zêde tuneye. Xwêner qet Eyşê nasnake ka dilê wê çi heye an jî çi difikire. Dema bavê Eyşê dike Behram vê rêyê vegerine, şîretan lê dike. Eyş nehêle bavê wî biaxive û pişgiriyê dide Behram. Xwêner werê dilê Eyşê jî heye, lê di navberekî de dibêje "Lewre min jî zû dev ji te berda.(Arif,2024, r.41) Tenê di wê şeva bobelat de Berham divê "îcar hez dikim ku vê yekê jî bizanî min tenê yek pişt heye û ew jî min qayîm daye derî. Lê me hewcehî bi du piştan heye, ku ya duyem pişta te ye, ji min fam dikî çi dibêjim?(Arif,2025,r. 72) Di wir xwêner bi awayekî eşkere di çavên Berham de Eyşe dibîne.Du zarok hene ku qet nayêne xuyan ji xwe wê şeva bobelat da ew hema razayî bûn, qet şiyar nebûn.
Buyer mezin vegotin xwerûye ji ber wê xwîner dikevine nava atmosfera bûyerê. Behram ji civata gurgên du pê diqete û diçe dikeve keresata revde gurgên çar pê lê dema Eyş dema qala jiyana xwe dike divê, "Her dema ku min bêriya dê û bav û xizmên xwe kiribe, hemû rêya pazdeh deqeyan e û bi sanahi ez digel zarokan çûme û hatime. (Arif,2024,r.21) Di vir de xwîner jî jê halî dibe ku,ew jiyana zehmet û xeter ne durî niştecihane. Ew derdor ji xwe di nava wê xeteriyê de dijin.
Metleba Behram û em dikarin a niviskar jî tevlî min, di serî de pir eşkereye û rêya wê jî diyare. Axiryê de Behram têkdiçe û neçar vedigere nava civata gurgên du pê. An go civat kesan mezintirin,kes bê civat nikarin bijin, divê herkesek civata wî hebe.