Bêhna Welat...
Puan vermedi·80 syf.··
2026 1. kitabı
Hevalnoo, carinan mirov li benda tiştekî dibe ku ruhê wî hênik bike, wekî ba bibe û di ber guhê mirov re derbas bibe. Min gava berhema Occo Mahabad 'a bi navê Helbestên Dînik xwend, tam ev hîs di dilê min de çêbû. Bawer bikin, min ev pirtûk ne wekî pirtûkên din xwend min ew hilda, danî ber sînga xwe û min rûpel bi rûpel bi wê re xeber da. Mîna ku ez bi dostekî xwe yê qedîm re li ber kulekekê rûniştim û me bi hev re dert derbas kir. Lê ya herî girîng çi bû dizanin? Gava min rûpelên vê pirtûkê vedikirin, min bêhna Kurdistanê jê girt. Ne ew bêhna di pirtûkên dîrokê de, na. Ew bêhna kixsê çiyê, bêhna xaka piştî baranê, bêhna nêrgizên ku di bin berfê de şiyar dibin. Occo di vê pirtûkê de ne mîna nivîskarekî ku ji jor de dinêre, mîna hevalekî ku bi me re di heman kolanê de meşiyaye dipeyive. Di vê dinyaya ku her kesî maskeyek kiriye ser rûyê xwe û xwe wekî aqilmend nîşan dide de, Occo bi wêrekiyeke dînane maske çirandiye. Ew dibêje ku heke em ne dîn bin, em nikarin rastiyê bibînin. Zimanê wî mîna nanê germ ê ser sêlê samîmî ye. Di her malikekê de min hîs kir ku ew behsa daxwazên me yên veşartî dike. Ev pirtûk ji bo min mîna ku ez piştî salan vegeriyam gundê xwe, çûm ser kaniya xwe û min serê xwe danî ser xaka bav û kalan. Wisa hêsan, wisa kûr û wisa dîn. Dilê we bi pirtûkan re be, xwendineke xweş!Türkçe çevirisi: Arkadaşlar, bazen insan ruhunu ferahlatacak, rüzgâr olup kulağının dibinden geçip gidecek bir şeylerin beklentisi içine girer. Occo Mahabad’ın Helbestên Dînik adlı eserini okuduğumda, tam da bu his kalbimde oluştu. İnanın, bu kitabı diğer kitaplar gibi okumadım onu aldım, göğsüme bastırdım ve sayfa sayfa onunla dertleştim. Sanki kadim bir dostumla bir pencere önünde oturmuşuz da birlikte dertlerimizi dökmüşüz gibi. Ama en önemlisi neydi biliyor musunuz? Bu kitabın sayfalarını açtığımda, ondan Kürdistan’ın kokusunu aldım. Tarih kitaplarındaki o koku değil, hayır. O dağ kekiğinin kokusu, yağmur sonrası toprağın kokusu, karın altında uyanan nergislerin kokusu. Occo bu kitapta yukarıdan bakan bir yazar gibi değil, bizimle aynı sokaklarda yürümüş bir arkadaş gibi konuşuyor. Herkesin yüzüne bir maske takıp kendini akıllı gösterdiği bu dünyada, Occo delice bir cesaretle o maskeyi yırtıp atmış. Diyor ki; eğer deli olmazsak, gerçeği göremeyiz. Dili, sacın üzerindeki sıcak ekmek kadar samimi. Her bir mısrada, onun bizim o gizli kalmış arzularımızdan bahsettiğini hissettim. Bu kitap benim için sanki yıllar sonra köyüme dönmüşüm, çeşme başıma gitmişim ve başımı ata yadigârı toprağın üzerine koymuşum gibi. Öyle yalın, öyle derin ve öyle delice. ​Kalbiniz kitaplarla olsun, keyifli okumalar!
Kurdî
Helbestên DînikOcco Mahabad · Ava Yayınları · 2012240 okunma
··
3 +1'leme
·
4.275 Gösterim
2 Yorum
Lütfen giriş yapınız.
Zımanême şerefameyê
Onur
Gönderi Sahibi
☀️🕊️
Elinize, dilinize, yüreğinize sağlık.. Dilimizi bu kadar güzel bir şekilde böyle güzel sözlerle bir kitabı yorumladığınız için🙏🏻 Hayran kaldım.. Bi xatirê te.
Onur
Gönderi Sahibi
Gelek spas dikim ji bo van gotinên te yên xweş.. 🙏🕊️