Jîyana wî;
Jean-Paul Charles Aymard Sartre (z. 21'ê pûşperê 1905 , Parîs - m. 15'ê avrêlê 1980 , Parîs ) nivîskar û ramanwerekî fransî bû. Ji bilî romanên xwe yên felsefî, wî bi felsefeya xwe ya Egzistensyalîzmê jî ku di her warî de yekta pêşxistiye, nav û deng daye; Bi ser de jî, ew bû yek ji ramanwerên ku bi teşekirina Marksîzma hebûnî û xebatên xwe yên di siyasetê de mohra xwe li sedsala 20an hişt. Sartre vebêjer, gotarnivîs, romannivîs, fîlozof û aktîvîst bû û ne tenê nûnerê rewşenbîrên Fransî bû, di heman demê de nûnerê pênaseyeke yekta ya rewşenbîriyê bû.