·272 syf.··Beğendi
···Okunma: 24 Nisan 2026 16:50 Qernewala qehpikên dinyayê. Bi rastî jî hemî pevşabnên ensestî - Xweda ( wend) jî di navde - bune qernewal bune deng hatine ber destê xwîner. Tevna metnê, honaka wê nexş û nemûşênn wê wusa cure bi curene . Tu dibê qey niviskar serê xwîner kiriye meşkê serî dibe dew. Piştre niviskar qernewala Baxtîn qalê kiriye ta bi derzî dike û bere bere hemî kes cîhê xwe dibinin û diseqirin. Di vê metnê de serdest tune,pîroz tune aqilmend û dildar tune. Hemî yekin hemî wekhevin hemî di şuna hev de ne. Dengê hemiyan navhev dikeve. Berhem dibe orkestraya dinyayê. Keseyatê sereke ( dibek ku tunebe)xeynî emeliyata mejî bi binavcavkirinekî û darizandinekî dikeve nav qernewala dinyayê. Zilm û zordariya ku hatî serî û serdestiya Kulorbadirîn.Ev Kulorbadirîn kiye, an jî çi ye? Çima ew qas cûda û serdest bû? Bi nêrîna min Kulorbadirîn hêmana derman e; Ew derman( meddeyeke di nava hîn dermana heyî ye)hişê mirov ditevizîne. Kesayetê me jî tê binçavkirin, înkeceyan dibîne ( hemî diranên wî tên şikandin) ji xwe emeliyeteke giran derbas dike. Ev Klorpromazin di tedawiyên nexweşiyê wek şîzofren bipolar û ên mêla wan li ser tundiyê be tê karanîn. Di nava metnê de çi car navê Kulorbadirîn derbas dibe hertim qala dadgeh,bersuc ,edelat û qala tundiya tevşoyê ko tê kirin. Ji ber ku em şêwaza nivîskar a badana peyvan dizanin dibe ku niviskar bi peyva Kulorbadirîn dike berê me bide maddeya dermanan a bi navê Klorpromazin . Eke din jî kesayetên metnê taybetî ên mîtolojîk hemî jî têkiliyên wan bi têkiliyên zayendî ên ensestî hene. Lê têkiliyek Kulorbadirîn a têkiliyek zayendî an ensestî tune. Ji ber wê bi firîna min Kulorbadirîn cuda ye. Zimanê metnê wek melodiya li bilura bilurvanekî arxaîn arxaîn dijene. Di nava vê heyteholê vê geremola Heteroglossîsayê ziman buye keskesor; Peyvekî dibêje dibeje paşê wê peyvê qutdike dubare sêbare dike, tiştekî ( pîgment?) lê zêdedike ew peyv diguherre dibe têgehek ( rengek) dî. Û ziman dibe keskesorek pîştî baranê hiltê.