Heteroglossîa

H. Kovan Baqî
Tahmini Okuma Süresi:
7 sa. 42 dk.
Sayfa Sayısı:
272
Basım Tarihi:
2019
Yayınevi:
Ronahî Yayınları
ISBN:
9786058552999
Ülke:
Türkiye
Dil:
Kürtçe
Format:
Karton kapak
Reklam

Yorumlar ve İncelemeler

Ev ne nirxandine. Tenê nîşene
10/10
·272 syf.··
Beğendi
·
2026 16. kitabı
·
330 günde okudu
·
Okunma: 24 Nisan 2026 16:50
Qernewala qehpikên dinyayê. Bi rastî jî hemî pevşabnên ensestî - Xweda ( wend) jî di navde - bune qernewal bune deng hatine ber destê xwîner. Tevna metnê, honaka wê nexş û nemûşênn wê wusa cure bi curene . Tu dibê qey niviskar serê xwîner kiriye meşkê serî dibe dew. Piştre niviskar qernewala Baxtîn qalê kiriye ta bi derzî dike û bere bere hemî kes cîhê xwe dibinin û diseqirin. Di vê metnê de serdest tune,pîroz tune aqilmend û dildar tune. Hemî yekin hemî wekhevin hemî di şuna hev de ne. Dengê hemiyan navhev dikeve. Berhem dibe orkestraya dinyayê. Keseyatê sereke ( dibek ku tunebe)xeynî emeliyata mejî bi binavcavkirinekî û darizandinekî dikeve nav qernewala dinyayê. Zilm û zordariya ku hatî serî û serdestiya Kulorbadirîn.Ev Kulorbadirîn kiye, an jî çi ye? Çima ew qas cûda û serdest bû? Bi nêrîna min Kulorbadirîn hêmana derman e; Ew derman( meddeyeke di nava hîn dermana heyî ye)hişê mirov ditevizîne. Kesayetê me jî tê binçavkirin, înkeceyan dibîne ( hemî diranên wî tên şikandin) ji xwe emeliyeteke giran derbas dike. Ev Klorpromazin di tedawiyên nexweşiyê wek şîzofren bipolar û ên mêla wan li ser tundiyê be tê karanîn. Di nava metnê de çi car navê Kulorbadirîn derbas dibe hertim qala dadgeh,bersuc ,edelat û qala tundiya tevşoyê ko tê kirin. Ji ber ku em şêwaza nivîskar a badana peyvan dizanin dibe ku niviskar bi peyva Kulorbadirîn dike berê me bide maddeya dermanan a bi navê Klorpromazin . Eke din jî kesayetên metnê taybetî ên mîtolojîk hemî jî têkiliyên wan bi têkiliyên zayendî ên ensestî hene. Lê têkiliyek Kulorbadirîn a têkiliyek zayendî an ensestî tune. Ji ber wê bi firîna min Kulorbadirîn cuda ye. Zimanê metnê wek melodiya li bilura bilurvanekî arxaîn arxaîn dijene. Di nava vê heyteholê vê geremola Heteroglossîsayê ziman buye keskesor; Peyvekî
HeteroglossîaH. Kovan Baqî · Ronahî Yayınları · 201911 okunma

Yazar Hakkında

H. Kovan BaqîYazar · 6 kitap
Di sala 1972’yan de li Heramya/Dêrika Çîyayê Mazî/Mêrdîn ji dawa dêya xwe ket. Dibistana seretayî li Heramya/Dêrikê xwend û dev ji xwendina dibistanê berda. Niha li Îzmîrê dijî. Zewicî ye. Bavê du lawan e. Ligel çîrok û romannûsîyê, ceribînan jî dinivîsîne.