Niviskarê xwedî yê xelata Nobelê ( 1962)John Steinbeck berî 25 salan ( 1937) ev berhem nivîsiye. Ango em dikarin bêjin hîn dema xeşîmiya niviskariya xwe de ev berhem nivîsiye.
Mişk û Mirov di her aliyê xwe ve balkêşe: Nivîskar sazka bernema xwe li ser têgeha "Xewna Emerîkayê" ( American Dewam) avakiriye . Mişk û Mirov piştî çend salên rudana vê têgehê hatiye nivisîn. Qaşo li Emerîkayê hemî mirov xwediyê heman derfetêne . Bes bila bi kêreke baş hewl bidin.Lê niviskar bi vegotineke hûr û kûr diyar dike ku rastiya wê xewnê tuneye xewn tenê xewne.Em dibinin ku ew qas hewildana herdu hevalan d tiştekî qenc naçe serî. Ew xeyala ku wan avakiriye yekcar hildiweşe. Wekî hêlina mişka helbesta Helbestvanê Îskoçî Robert Burns (1785). Erê Stenbek navê vê berhemê û hizra wê ji helbesta Ji Mişk re( To a Mouse) standiye. Û diyar dike ku hizra baş u hewildana baş mirov serfiraz nake. Wekheviyeke derfetan tuneye. Di nava vê çerxa mezin an Emerikayê de takekes û komên piçûk dihêrifin . Axirî herdu hevalên dilsoz tevî xeyala xwe têk diçin.
Berhem bo Emerîkayê rexneyeke tuj û edebiye . Ji bo dinyayê jî şiyariye. Hindurê xewna Emerîkayê vala ye. Emerîka xwediyê çerxeke diran stur a wek Alane. Û çi dikeve ber dihêre.