Qudis ji min re wisa got:
‘Îro tenê di navbera du saetan de
di nav sînga bajarê min de
pênce çem xeniqandin’
Hîva şeva ezmanê Santîago ji min re wisa got:
‘Îro tenê di nav saetek de
di nav serê bajarê min de
sed stêrkên min serjê kirin.’
Hespekî reş î bijsor ê Afrîkaî ji min re wisa got:
‘Îro tenê di nav nîv saetê de
li ser kevirê reş î pişta min
mêjiyê gelek mirovên min perçiqandin.’
Min jî got;
‘Birano !
Tenê cudahiya navbera me ev e
Bajarê min wisa kuştin ku, deqîqe jî pê nehesiya