Gönderi

În, 17 Tebax 1923 Di van rojên dawî de dolar derket heta 6 000 000 markî. Buha bûna heyatê ecêb e. Lîtreyek bîra îro 175 000 e. Rewşa me jî gelekî xerab e. Ji bê cixarebûnê îmana min derketiye. Bi panzdeh cixareyên ko Kamran sê roj berê da bû min îdare-î maslahat dikim. Îro min di quncek selikê de, piçek tûtina qelûnê dît. Min ew vexwar. Hema bêje xwarina min bi seleta sebze û patatan sînordar e. Cixare û çend qurt alkol hebûya, min ê bi nanê hişk kefaf-i nefs bikira. Dixwazim heta ji ser hişê xwe herim, pir serxweş bibim. Bi taybetî hinek mektûbên ko ji Stembolê ji min re tên, min perîşan dike. Di aliyê rûhî de ewqas perîşan im ko qet nayê tesewir kirin. Wê rojê bavê min malikek holê nivîsî bû. "Mahkûm-ı zevâl etti bizi koydu bu hâle Dehrîn bu kadar çilesi gelmezdi hayale”
Sayfa 49 - AvestaKitabı okudu
·
23 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.