Gönderi

Vekolîna Mem û Zîn a Ehmedê Xanî
10/10
·504 syf.··
Beğendi
·
2020 7. kitabı
Silav hevalên hêja! Di vê vekolîna xwe de ez ê danasîna vê berhema hêja ku di wêje û çanda Kurdî de mîna stûneke bêhempa û qehîm cihê xwe girtiye, bikim, yanî danasîna Mem û Zîna Ehmedê Xanî dê bikim... Nizanim gelo dê ziman û hestên min têrî danasîna vê berhema hêja bike lê dîsa jî ez ê hewl bidim. Belê, Mem û Zîn! Mem û Zîn çi ye? Berhem li ser çîroka Mem û Zînê hatiye nivîsandin û ew bûyera Mem û Zînê di sala 1450/51'an de dema Emîr Zeyneddîn ji fermandarên Cizîra Botanê ye qewimiye. Ehmedê Xanî bi awayekî menzûm çîroka Mem û Zînê - ku çîrokek rast e li pênûsê xistiye. Mem û Zîn; berhemek ji aliyê Ehmedê Xanî ve di sala 1694-95'an de bi awayê mesnewî hatiye nivîsandin. Her rêza(misra) wê li ser 10 kite(heca) hatiye avakirin û ji aliyê kafiye ve pir saxlem e. Mem û Zîn, ji 195 beytan yanî ji 390 rêzan pêk tê. Ev berhem ji van kesên eslî pêk tê; Mem, Tacdin, Zîn, Sitî, Dayê, Mîr, Beko. Xanî, di berhema xwe de taybetiyên xirabî, durûtî, fîtne û fesadî di şexsê "Beko" de kom kiriye. Taybetiyên qencî, rastî, bêsûcî, zeîfî û naçarî jî di şexsên Mem û Zînê de kom kiriye. Xanî, rewşa jiyan û civak û çanda wî zemanî bi hostatiyeke mezin bi beytên xwe neqş kiriye. Lê Divê ne tenê wekî çîrokekê li Mem û Zîna Ehmedê Xanî bête nêrîn. Ehmedê Xanî berhema xwe ji bo ku deryaya dilê xwe biniqutîne ser zeviya dilê me, kiriye hêncet û behaneyek. Herwekî ku ji şekirîstina zimanê wî rêzik rijiyane ser dilê me û li ser dilê hezkerên zimanê Kurdî. Mem û Zîn bi zimanên farisî, erebî, fransî, rûsî û tirkî hatiye wergerandin. Mem û Zîn behsa çi dike? Bi navê Zîn û Sitî du xwişkên Mîr Zeynedîn hebûn. Tacdîn, kurê wezîrê dîwanê bû. Qehremanê me yê Memo jî, bi leqeba Memê Alan navdar bûbû, ew kurê katibê dîwanê bû, hevalê herî nêzîkî Tacdîn bû. Ew roja Newrozê, sala nû hatibû li Cizîra Botan. Ew roj ji aliyê herkes ve weke eydê dihat pîrozkirin. Gel û zar û zeça Cizîrê hemû diçûn deşt û zozanan û ciwanên ku xwe dixemilandin û cilên xweş li xwe dikirin hevdu didîtin, ecibandin û piştre dizewicîn. Ew roja Newrozê Mem û Tacdîn bi vê armancê cilên keçikan li xwe kirin û weke keçikan xwe xemilandin da ku bi wê keça ku dixwestin pê re bizewicin wê bi veşartî peyde bikin. Herwiha Zîn û Sitî ji weke Mem û Tacdîn wan jî cilên kurikan li xwe kiribûn da ku ew jî wî kurê ku dixwestin pê re bizewicin peyde bikin li wê mehşera Newrozê de. Ew dema çûyîn û hatina însanan seyr dikirin, ji nişkê ve 2 kesên bi cilên kûrikan dîtin. Hingê ew dîtin wê demê hişê wan ji serê wan çû û ketin erdê, Zîn û Sitî ji dûr ve li wan kesên bi cilên keçikane mêzandin, bîstek dî, hatin li kêleka wan da ku çi bi wan hatiye, kî ne, çi ne fêm bikin. Zîn û Sitî fêmkirin ku ew ne keçik in kurik in, li hemberî xweşikbûn û esaleta wan mîrên ciwan ew jî dil ketin wan û wê demê her du gustîlkên xwe bilez xistin tiliyên wan û gustîlkên wan ji xistin tiliyên xwe û ji wir dûr ketin. Çîroka eşqa navdar ya Mem û Zînê li vir de dest pê dike û bi êş û pirsgirêkan berdewam dike. Geh bi xefiq û xapandinên Beko, geh bi eks û helwest û zordariya Mîr... Ew eşq, bi saya van serpêhatî û pirsgirêkan xwe digihîne eşqekê ma'newî û mezin. Mem û Zîn digihin hevdu lê wê demê ji bo her tiştî dereng dibe, çimkî ew canê xwe li zindanê dide berî ku Zînê bigihê wî... Lê zêde dem derbas nabe ku Xwedayê Ezîz canê Zîna Memo jî distîne da ku Mem û Zîn li dinyaya dî bigihîjine hevdu. Mem û Zîn çima berhemek girîng e? Ber çavê min girîngiya herî berbiçav a Mem û Zîn ew e ku Ehmedê Xanî di nava sedsalekê wisa de ketiye derdê ziman û wêje û milletê xwe û ev berhema hêja û nemir weke wesîyetek ji me re, ji Kurdan re hiştiye da ku em jê sûd bigrin yekîtiya xwe biparêzin. Wergêr
Edebiyat
Mem û ZînEhmedê Xanî · Nubihar Yayınları · 20222,702 okunma
·
129 Gösterim
Yorumlar
Lütfen giriş yapınız.