[Nûjenîyek Divê]
9/10
·192 syf.··
Beğendi
·
2020 16. kitabı
·
25 saatte okudu
·
Okunma: 04 Nisan 2020 20:27
Firat Cewerî Ev pirtûka sêyem ya Firat Cewerî ku min xwendiye ye, cara ewil min bi çîrokên wî û romana "Li Mala Mîr Celadet Alî Bedirxan" re ew naskiribû vêga jî bi romaneke din ya wî re naskirina min û fikrên min ên li ser Cewerî pêştir ketiye. Ji aliyê sazkirin û bikaranîna zimanekî hoste, çîroka pirtûkê gelek hêja bû ji bo wêjeya Kurdî, heta dawîya pirtûkê min romanê bi meraqdarî, bi baldarî û bi lezet nava du rojan de qedand. Romaneke bi qelîte bû. Lê! Digel vana rexneyeke min heye çima piraniya nivîskarên me di çîrok û romanên xwe de bê rawestan cih didin mijara çîyê û serpêhatiyên şervanan. Nêrîna min ev e ku nivîskarên me yên Kurdînivîs êdî ji bo wêjeya Kurdî vê mijarê bi rengeke tarî bikar neyênin. Belê rastiyek ji jiyana Kurdan e ev mijar lê weke ku tu mijar nîne ji bo wêje, ez pir caran di wêjeya me de rastî vê bikaranînê têm û dilê min sar dibe. Gelek nivîskar vê mijarê bikartînin û ez dibêm ne tenê ez, gelek kes weke min adiz bûne û dixwazin nûjenîyek bibînin di vê yekê de. Temam ez zêde dûvdirêj nekim... :) Ez E Yeki Bikujim Ez ê yekî bikujim; di karakterên sê kesayetiyên cihê de li ser dema nû tê rawestandin. Di dema nû de behsa mirovên jibîrbûyî, psikolojiya wan, hêvî û armancên wan û behsa êş û xemgîniyên wan tê kirin. Ji aliyê din ve hin sebeb çawa dikarin bibin encamên trajedik, mirovên ku demekê bi îdealên mezin radibin çawa dikarin têkevin gerînekên melankolîk û tesadufên jiyanê mirov bi çi re rûbirû dike, bûye mijara romanê. Gelo wê kî, kê, ji bo çi bikuje? Ma qatil jî qurbanek e?
Edebiyat
Ez E Yeki BikujimFirat Cewerî · Nüdem Yayınları · 2011110 okunma
··
177 Gösterim
Yorumlar
Lütfen giriş yapınız.