Ji bajarekî hilweşiyayî dihatim. Li wî bajarê hilweşiyayî min jiyaneke hilweşiyayî hiştibû li pey xwe. Li wî bajarê hilweşiyayî, di nava rûpelên tozgirtî de ku jiyaneke hilweşiyayî hildigirin, min dildareke hilweşiyayî hiştibû. Li wî bajarê hilweşiyayî di nava jiyaneke hilweşiyayî de min dîdareke hilweşiyayî û dê û bavekî hilweşiyayî hiştibû.