Gula sor;
Hilbû jor;
Bîn da dor...
Gula sor...
Gula sor...
Li paş çayê Qaf şên bû,
Alem jê re evîn bû
* * *
Gula geş..
Bi me xweş..
Da me heş..
Em bi bîna wê sermest;
Em pê şabin serbest...
* * *
Nazenîn ..
Xemrevîn,
Xemilîn,
Pê zemîn,
Guleke bê kelem e,
Di nav baxê ÎREM e
* * *
Gula sor,
Em li dor,
Bicivin,
Bîn bikin dor bi dor...