Ez Xelef'im. Ez Xelefê Şûfî me. Lawê Mûsê Meleka me. Yekê bi tenê me. Siyarê hespê qemer û kabreş, hespê Qaqnosim. Xwedîyê şûrê bi şirik û bi sedefim. Nêçirvanê pezkovîyên serê çîyayê Kurdîstanê û xezalên deşta Heranê me. Neçirvanê qaz û qulingên Serhedê me. Di navbera hemu ezbet û eşîran da, di navbera hemî civakan da navê min tête gotin. Ez ji dostan ra Şûfîme, Xelefim. Ji dijmin ra bi rik û bi gefim. Û helal, amade Mîrê min, li serê vî çîyayê bilind, li ber çavên we me. Ez Xelefim.
Xelefê Şûfî hevalê Mîr Bedirxanê Ciwan hevalê bapîrê Celadet Alî Bedirxan bû..
Jê ri tetê gotin "Bedirxanê Ciwan" lewra 18 salî bû Mîrê Cizîra Botan..
Yên ku Xelef dîtibûn, naskiribûn digotin :
Kezebên Xelef, ji risasên reş û girane. Hin kesan digotin, "Gurçikên wî ji pola yê berqane."
Hin kesan digotin, "Du heb mûyên li hevbadayî, di fatereşkên wî da, yek bi yek çikîyane." Hin kesan jî digot,( #80474526)
Xelefê Şûfî di şerê Bedirxanîyan û Osmanîyan da Alî Bedirxanîyan.. Pîya Mîr Bedirxanî rastê bû.. lê xayinek di nav wan de bû "Ezdinşer" pismamê Mîr Bedirxan.. roja dîtin ku Ezdînşer xayini Xelef got, "Mîrê min bihêl ez wî bikujim" Mîr Bedirxan go wî nekuj lê wî çavtirsandî bik.. Xelef wî çavtirsandî dike û van peyva dike : ( #80370730)
Dû wê di Bedirxanî mejbûr dimîne û sîlihê xwe datîne.. di wê navê di nexweşîyek pir giran li Cizîr ê belav dibi.. kes nikari miryî xwe bişo, kefen biki û veşêri.. ji ber wilo mirîyê xwe davêjin nav çem û ew çem wan mirîya dibi nav behrê di..
Mîr bedirxan û malbata wî Ji Cizîrê derdikevi û Ezdinşerê xayin dibi begê botanê.. Li ciwata ji re tê pirsîn, "me bihîstîye ku tu ji xelef pir ditirsî" ew jî dibêj, " Ez ji Xelef natirsim ew ji minre wek zarokekî li ser şîri, ez beranim û ew berxe.." Hin kes vana digîhînin Xelefê ê go wê navê li çîyaya bû.. Xelef jî nîvê şevê tê Cizîrê û bang didi,(#80519564)
Ezdînşer pir ditirsi û çend rojê din ji bo hev hatinê jêre xeber dişînî.. Xelef tê, Ezdinşer destê xwe didê go maçî ki lê Xelef destê wî bi hêrs diecikîne û dibêje "Mîrê min Mîr Bedirxani ez ji wî bêtir destê tu kesa maçînakim."
Dû go bi şer ji mala Ezdînşer derdikevi, dikevi destê keç û xortên go di govendêdeni, dikevi serî ji bo go deng heri Ezdînşer bi dengê bilind wê stranê dibêje "youtu.be/sEFSs9opoho"
(#80218491), (#80315377)