Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

234 syf.
·
Puan vermedi
·
Beğendi
·
186 günde okudu
Silav û rêz hevalên hêja . Niha ez serî da vê gotina xwe bêjim û piştre vekolîna xwe bikim. Lê ez bîst û heşt salî me û xelaskirina xwandina pirtûka min a ewil romana "TU" ye. Ev tişt pir tiştêkî ecêb e, lê mixabin ne tenê sucê min e sucê asimilasyon û dijmînê ye jî. Roman a "TU" li ser vê mijarê hatiye nivîsandin ku ew jî behsa girtîgehê û girtî yên sîyasîyan dike. Jixwê Kurd ji vê mijarê girtîyan pir nêz de nas dikin. Her dem û her wext de Kurd tê binçavkirin. Mixabin sedema vê mijarê bêguman bêwaritî û bêserxwebunîyê ye. Qehremana romanê bêsebep tê girtin. Dema ku meriv romanê dixwîne rondikê çavan diherike. Ez naxwazim spoiler jî bidim. Bixwînin hûn poşman nabin. Ez mirovê Amed'ê me ji bo wî xwandina "TU" ji min re hinek zehmetî bû, ji ber ku zêdêtir li ser peyvên Botan'î hatiye nivîsandin. Dîsa jî pir xweş bûn. Bixwînin, jê kêm nemînin. Xwandina zimanê zikmakî pir xweş e :) Bimînin xêr û xweşîyê de.
Tu
TuMehmed Uzun · İthaki Yayınları · 20204,093 okunma
·
35 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.