Em ji xelkê re dost û yar in,
Em ji hev re gur û mar in..
Em ji xelkê re cîh û war in,
Em ji hev re erdê sar in...
Em ji xelkê re dengbêj in,
Em ji hev re lal û gej in..
Em ji xelkê re hevîr rin,
Em ji hev re kevir in...
Em ji xelkê re şîr in,
Em ji hev re şûr in..