Dibêjin li gundekî welatê Hekariyan sê mêr jî bo hêjîrekê hatin kuştin. Yekî hêjîrek anîbû ku teyrikek ew nikil kiribû. Vî got ew nikilina çûkan e, wî got na ew ya şalûlan e. Ji vî yek û jî wî yek, rabûne hev bi xençeran û termê sê mêran li erdê rêz bû.