Apê Mûsa jiyana xwe di nav zilm û zordarîyê de derbas kiriye. Her wiha jiyana Kurdan jî ne kêmî jiyana wî bû. Divê pirtûkê de tenê jiyana Apê Mûsa derbas nabe êş û xemên Kurda, zilm û zordarîya dagirkeran jî hatîye nivîsandin. Me dîsa dît ku diroka me Kurdan bi êşê hatîye xemilandin.. Lê helbet em bi hêvî ne dawîya vê zilmê jî wê bê! Ji qewlê Apê Mûsa;
"Lo metirsin, roja me wê hilê!"