Zexm vekiriye çavên xwe stêrka gelawêj
Di rojên gewrindera serê bajarê silêmaniyê
Tofên jiyana şehîdan dixûyê li her derê
Xak tepisi ye bi hestên dilên serhildêr
Nêz bûye qulincên roja nû di Berbanga vejîna gelê min de
Govend e semawend e her çar pariyê warê min
Êdi dem hatiye
Diqelişe xaq mîna volqanekî bêsebir, bihêz û germ
Şîn dibe evînek li
Gava li kêleka mirovî yekî ku ji mirinê mezintir hebe wê çaxê tu şerr û ceng û herb nikare çavê mirovî bitirsîne, gava li kêleka mirovî yekî ku ji mirinê mezintir hebe wê çaxê şerr govend e, ceng henek e, herb lîstikek e...
Dinya xemilî bû
Cil û bergên rengîn, def û zirneyên dengîn
Keç û lawîn bengîn, hemû li govendê bûn
Ew... di nav xwîdanê de, bi dilekî germ
Ew li serê govendê bû
Çoş li ser dil, ken li ser rû
Serbest, azad, kefxwes, serfiraz
Ew govenkêşê dîlanê bû
Govend bû
Ji rojên bihurî govend bi bîrê hatibû
Ji salên unîwersîtê destpêka havîneke gewher bû
Li gund, li kêleka çemê Firat, li bin darên gûzan
Dawet û dilan li dar bû
Dinya mîna mehfûreke rengîn a Kurdî xweş
Mîna destaneke kevnar geş bû
Navê yekê Serbestî ye
Bejna wê zirav e, ji şaxa takrihanê
Navê ya dî Serxwebûn e
Lamên di hinarîkan
Sorgul in di berfa zozanên Şerefdîna
Di nîveka zivistanê.
Gava têkoşerên ronahiyê dikevin govendê
Ew di milê wan de
Dikişînin serê dîlanê.
"Ax li min Yadê..."
Bi deng re, wî xwe ji pencerê vekişandin
Ji erdê, xwe bi oda din gihand
Deng, dengê hevala wan, hogira jiyana wan bû
Çavên wê yên reş mîna çavên xezalan vekirî
Devê wê bi ken bû
Ruhsitîn li ber serê wê li govendê bû
Porê wê belavbûyî, stûyê wê gola xwînê bû
Wî serê wê danî ser çoka xwe
Pişta xwe vekir, li stûyê wê bada
Bi destan porê wê mist da
Bîstekê, bêdeng çavê wî li ser çavên xezalan ma
Çend dilop hêstir ji çavên wî ber bi jêr bû
Û ew giriya
Di bin barana guleyan de ew giriya...
Bi xêr hatî tu Newroz sersala me kurdan î
Dilê min her li gel te hêja û sergiran î.
Ji çavên te xuya ne dibînim rûgirîn î,
Teqez tu jî wekî min pir êş û dilbirîn î.
Em dê kînga xilas bin ji zîneta neyaran?
Newroza xwe vejînin di destpêka baharan
Ma têr nakin ev şaşî? divê em jê şiyar bin,
Tev bi ramanek xweser bo şûreşê li kar bin
Wek Kawayê hesinker bervaneke xwe rakin,
Rabin bi şûreşê xurt pergala wan bela kin.
Welatê xwe bistînin tê de bijîn serfiraz,
Hemi aza bextiyar, dewlemend û belengaz.
Hînga hêja ye Newroz bimîn sersala kurdan,
Bi kêf û saz û govend vejînin li Kurdistan.