Deftera helbestvanê cîwan li ser janake zirav qetaye.
Helbest bi zimanê "xwe/ez" hatine lê kirin. Her çiqas diltengiyek hênûn hêmana serekebe jî . Hêviyek hertim heye, ewrê helbestvan ji bo keskesorê bibîne xwe daqul dikir, û ev hêvî û hewildan bê navber hure hur meşiya.
Bi destnîşan kirina Poe, Neruda û hwd de berê xwêner dizivirîne helbesta cîhanê, û bi remzeyê xwe ên nazenîn ve xwêner ji Arjen Arî, Cegerxwîn naqetine.
Ziman fireh û devokiye. Şêwaz nûjen e. Bi min remzên herî nazenîn, helbestên herî dil ên netewîbûn. Ew zilm û zordarî,ew bişavtina bi salan. Wek "navê xwe nezanîn" , "Hindakirina navê xwe" û " Zimanê Stenbolê" lêkiriye. Bê' y ajîte bike, hure hur lê dike.
Her wuha remzên çandî û mitên Kurdî jî hebun. Bi çîroka kalikê xwe destê xwener digirê û divê wan rojên bi çîrok. Ê helbet bê Tivîlka /Teyrê Heftbask nedi bû.
Nivîskarê cîwan xeleka helbestê a Arjen Arî a sala 2023 wergirt. Dema pirtuk diqete. Xwenêr divê ev xelat ji te xweş helal be xorto.