Kawa Nemir derbareyê Fêrîk de wiha dibêje;
“Fêrîkê Ûsivê tebiyetbêj, helbestkarê çar werzan, çiyayan, belekiyên berfan, beyaniyên di pengbûna xwe de mişt bizav û êvarên hênik û zozanan û deştan, ba, baran, berf û bagerê, yê hemderd bi ewran re û hevriyê Pûşkîn, Yesenîn û Lermontovê mezin. Wî bê hesab risteyên evîn û berxwedanê, hezkirina ji welêt nivîsîne û dengekî nemir li pey xwe hiştiye”
Di helbestê de, du helbestkarên mezin hebûn, ku Fêrîk ew wekî hoste qebûl dikirin: Pûşkîn û Yesenîn. Ji ber vê yekê, Fêrîkê Ûsiv di sala 1987’an de derdikeve gereke demdirêj, ji bo ku bajarên Pûşkîn lê mayî bibîne, li danzdeh bajarên welatê Ûris digere.
Di payîza 1996’an de, Fêrîkê Ûsiv diçe dîtina keça xwe, Zerê û neviyên xwe, Narê û Alîk, ên ku wê demê li bajarê Nîjnî Tagîlê diman, lê êdî nexweş bûye ew çax. Digel pêdagiriya malbatê, diçe. Di 28’ê avrêla 1997’an de, vedigere Yêrêvanê, mala xwe a ku bi xwe çêkiribû. Lê nexweşiyê lê giran dikir, Fêrîk di 1’ê gulanê de rakirin nexweşxaneyê. Tevî hewildanên pakkirinê, Fêrîkê Ûsivê helbestkar û wergêrê mezin, di 3’yê gulana 1997’an de, di 63 saliya xwe de, li Yêrêvana paytextê Hayastanê ango Ermenistanê, li wî aliyê din ê Erezê, li ser axa Serheda xwe kiras guhest û tevî karwanê nemirên kurd bû.
Li ser xwestina wî, Fêrîkê Ûsiv li gundê Sîpanê, li berpala Çiyayê Dibûrî bi xakê hat spartin.