Bazı hikâyeler tam tahmin ettiğin gibi ilerler. Bazılarıysa son sayfada tüm bildiklerini sorgulatır. 🤯
Ters köşeleri seviyorsan, seni sonuna kadar merakta bırakacak 3 kitap önerisini keşfetmeye hazır ol!
Ku me we bê sebeb bikuşta heqê we hebû we bigota me hûn bê heq in lê me tenê xwe kuşt sebeba ku hûn me dikujin jî ev e em xwe dixin hûn jî ji vî hêz digrin
Maşûq bit derdan ra yek derman
Aşiq bit maşûq ra sed ezeb û jan
Dijene reha dil beden da bê hesab
Were jan û jen lipitî bo piçek abad
Ber çehvan e ew der kurdistan
Maşûq e li me êş e ew bi temam
Ewil û axir ne be jî heye raman
Natewin berbelav in her caran
Bê gul gulav çêbit qebûl im
Neyarê bê yar hebit hazir im
Heke bêjin heye bê maşûq in
Maşûq dîn û namûs e ho bêîman!
Heta reh û rih û dil hatim dagirkirin
Ne giran e? ey xwedayê maşûqan
Madem her lehze yê ji me bistînin
Çima hatim? wek sahibê maşûqan
Hub û şerabê dil daye te
İşq û vejîn dide bedena te
Muhbet û suhbet e bejna te
Bazinê stû kerd kona me
Ew bergiriye negiya dilketiyê
Şivan bextreş e gur rast hatiyê
İşq belav e wek berahiya sermilê
Berhevkirin pêwîst e lê kê bikare
Qesra mezin hazir û muşeref e
Koşk û sera nadim yek tiliya te
Mey û meyxan ji serxweş re
Hesret û hêstir ji sebeb re
Bi dî wî wek hîva qemer e
Bi dû wî mîna reş ewr e
Negiya be wek mem û zîn e
Giya be wek tajdîn heyfhildar e