Maşûq bit derdan ra yek derman
Aşiq bit maşûq ra sed ezeb û jan
Dijene reha dil beden da bê hesab
Were jan û jen lipitî bo piçek abad
Ber çehvan e ew der kurdistan
Maşûq e li me êş e ew bi temam
Ewil û axir ne be jî heye raman
Natewin berbelav in her caran
Bê gul gulav çêbit qebûl im
Neyarê bê yar hebit hazir im
Heke bêjin heye bê maşûq in
Maşûq dîn û namûs e ho bêîman!
Heta reh û rih û dil hatim dagirkirin
Ne giran e? ey xwedayê maşûqan
Madem her lehze yê ji me bistînin
Çima hatim? wek sahibê maşûqan