roj

roj
@heviumut
Abdulla Peşew
Ji esmana nehati me Ne mêvan im. Berî dîrokê, Kaniyek bûm li vira der bûm. Berî dîrokê, Agirek bûm li vira hêl bûm. Bar kin, herin! Ji bilî min, kanî kesên din têr av nakin! Ji bilî min, dargûz li kesê din sîberê nakin! Bar kin, herin! Tovê we li zeviya me şîn nabe, dimre. Mêrga me di bin piyên garana we de agir e. Heta dartûya me jî ewê biazire Colankê ji bo zarokên we ranagire! Bar kin, herin! Fêkiyên darên me, xav û kal in, Ava me şor e, Hingivê me di devê we de tahl e. Bar kin, herin! Bar kin, herin!
Kurdî