Qêrînên Xweda min hişyar dikin serê sibehê,
Hûn belangaz in dibêje, hûn belangaz in.
Bêhna pirrbûnê nadin axên welatê min ê pîroz.
Kûlîlk jî venabin vê biharê, li ser çiyayên min.
Li devre nexweşî dikuje,
Di hundir de garrana vampîrên dewletê.
Korona, kanser, AIDS, weba nine ewa di hundir de,
Nezanî, xweperestî û hişkbawerî ye.
Êdî karkerên di grevê de nabînim,
Min guhên xwe ji hemî neheqîyan re girtîye.
Ez di sîstema bêsîstem de kole me,
Ez ji xwe dihecirînim ku bibim koleke çêtir.
Berêvarê berf dibare li gundê min ê rengîn.
Ceyranê jî birîn,
Ez mam bi fatorayên ne hatine dayîn re tenê.
Ne heval man ne jî evîndar,
Di rojên pandemîyê de hemî hatin betal kirin.
Ya ku ji min re mayî; xingalên porên min ên rijyayî.
10.04.2020
@Sefa_who