hevrîn

Berî Hûn Min Daliqînin
berî hûn min daliqînin ji min re qala genimên spehî bikin ew genimên ku qedera serê min û wan yek in ew genimên ku ji kerba min wê bi stûyên xwe devê tirpanan jê bikin berî hûn min daliqînin ji min re qala mêraniya serhildana genimên serjêkirî bikin! … û heger gulleyên we pirr bin cercûreke sax li ser hev berdin! berî hûn min daliqînin ji kîsê min an jî bi zêrên jina min ji min re kulmek heyateke çardehderb bikirin berî hûn min daliqînin heger hûn ê jî daxwaza min a dawîn ji min bipirsin te dî adet e tê pirsîn daxwaza min ev e, guhdarî bikin: herin û ew parîkê goştê sunnetkirina min bixwin! .. berî hûn min daliqînin çavên min vekin ez ji we re dibêjim çavên min vekin! ! ! û heger hûn mêr in li hundirê wan binihêrin! piştî we ez daliqandim bi şehweteke mezin tecawizî meytê min bikin serfiraziya xwe ya nemir bi şerabê û bi goştê meytê min î biraştî pîroz bikin! ez jahr im! piştî ku we ez xwarim li hespên xwe yên hesinî siwar bibin û bicehemin! … Rênas Jiyan
Kurdî
Reklam
Efendino
Efendîno rahijin teşkên xwe rahijin kincên xwe, postalên xwe û şivqeyên xwe çiyê we hebe li ser vê axê û we çi anîbe bi xwe re: tenq, top, tiveng, teyare… û we çi ava kiribe: dibistan, qereqol, dadgeh û hepsên bêdergeh, zîndan û asaqgehên têrguneh û jinên xwe jî esseh efendîno, zaruyên xwe jî : hebe pîç û bêjiyên ji xwe jî û kuçikên xwe jî bibin, pisîk û çivîkên xwe jî û ala xwe jî ji bîr mekin efendîno, ala xwe jî tiştekî, tiştekî nehêlin ji kerema xwe… hûn ê biçin hûn ê pişta stûyê xwe bixurînin û biçin hûn ê biniçniçin û hûn ê biçin! biçin: berî kuç û kevir di we werbin biçin: berî ku dayikên kitansipî tû bikin ser çavên we û hêj ku agir vêneketiye j” agir: hima niha, vê kêlîkê, ji vir rahijin teşkên xwe û biqeşitin ji vir, efendîno! hûnê biçin efendîno, hûnê biçin berî ku hûn bisekitin se se hima rahijin teşkên xwe û biqeşitin! Arjen Arî
Kurdî
NEKE
Min bihîst ku te biryar daye me biterikîne, neke! Tu ber bi yar û dostekî din ve diçî neçe! Tu li cîhana biyanîyan çi digerî xerîbo? Mebesta te ji kîjan dilxwazê ​​nexweş e neke! Me, nedize me, ji me nedize, neçe wan diyaran! Tu ber bi kesên ku hatî revandin re nezerê dikî, neke! Ey heyv! Felek ji bo te ji hal ketiye, serûbinî buye. Tu me jî wisa ji hal dixe, serûbinî dikî, neke! Ey kesê ku li cihekî ser bi hebûn û nebûnê ve, Tu qada hebûnê diterikîne, neke! Tu rûyê xwe bizivirînê, dê heyv ji xema reş û tarî bibe, neke! Tu hewl dide mala heyvê xirab bikî, neke! Ku tu ziwa bibe dê lêvên me jî ziwa bibin. Ger hêza te nebe ku li dijî evîndaran berxwe bidî, Tu çavên me wisa tije hêstir dikî, neke! Çima naxwe ji evînê matmayî dimîne, nemîne! Ey kesê ku bihûşt û dojeh di dest de, bihûştê li me dikî dojeh, neke! Jahra di nav şekirdang de zirarê nadê me, Tu wê jahrê bi şekir re dikî yek, neke! Tu kêfa me tîne, aramiya me diçe wisa. aramîya min xirab dikî, tu min edem/mehf dikî, neke!
Kurdî

hevrîn

, bir kitap okudu
Puan vermedi·164 syf.·
5 günde okudu
·
2021 22. kitabı
Mehmet Emin Bozarslan
0/10 · 1 okunma
Jehrî dikî şekir, şekir dikî jehr. Neke.. Mevlana Celaleddin-i Rumi
Kurdî
Reklam