TEVGERA KU DIBÊJE DINYA NE TENÊ YA MIROVAN E: POSTHUMANÎZM...
Posthumanîzm an post-humanîzm (tê wateya "piştî humanîzmê" an "ji humanîzmê wêdetir) dibistaneke ramanê ya postmodern e ku bi awayekî tundî antroposenîzma humanîzmê rexne dike. Yanî bi kurtasî dibêje dinya tenê ya mirovan nîn e. Posthumanîzm yek ji encama krîtîkên postmodern ên li ser antroposenîzm, kolonyalîzm, nijadperestî û zayendperestiyê ye. Pirranîya bîrewerên posthumanîzmê, li dij humanîzma klasîk in û 'human'ê (mirov) wê têgehê wek mêr, spî, ewropayî, hetero û bêasteng (able-body) pênase dikin. Lewma posthumanîzm hemû sterotaypên cûrepestî, nijadperestî, zayendperestî û laşperesti (ableism) red dike û hewl dide ku her cûre karakter û kategoriyên mirovahiyê û ya xwezayê biparêze û berz bike. Herwiha helwesta modernîzmê ya yekbûnê red dike û nirxên wekhevîyê diparêze. Ji xeynî van pênaseyên jor posthumanîzm li gorî fîlozof Francesca Ferrando xwediyê bi kêmî heft pênaseyan e: 1) Antîhumanizm: Her teoriyeke ku li ser humanîzma kevneşopî û fikrên kevneşopî yên der barê mirovahiyê û rewşa mirovî de rexne dike. 2) Posthumanîzma Çandî. 3)Posthumanîzma Felsefî: Rêgezek felsefî ye ku xwe dispêre posthumanîzma çandî, xeta felsefî bandorên exlaqî yên berfirehkirina exlaqî û dirêjkirina subjektîvîteyan li derveyî celebên mirovî dikole. 4)Rewşa Posthuman: ji hêla teorîsyenên rexnegir ve ji holê rakirina rewşa mirovî. 5) Posthumanîzma transhûmanîzmî: Îdeolojî û tevgerek derveyî mirovî ya ku hewl dide ku bi saya teknolojiyê pîrbûnê ji holê rabike, çareseriya mirinê bibîne, kapasîteyên entelektuel zêde bike û êşên psîkolojîk xilas bike. 6) Desteserkirina Hişê Çêkirî: Li gor vê têgehê, mirov bi xwe nikarin bên guhertin lê di dawiyê de ji aliyê hişê çêkirîyan vê bên guhertin. 7) Voluntary Human Extinction: Di teoriya rexneyî de, post-mirov têgîneke spekulatîf e ku nûnertiya