her sê makên hemû rengan
diherikîne ji şi'îreke spî şîrekî reş
li çar hêlên bîrên bajarekî jar
dimire bi mirina mirinê bajar
ji îskenderîyê heya rêya îpekê
kevir li ser keviran dihelin
li devê min dibine penîr
û tên dikevine nava cotmemikan
heyfa te hypatiya
û heyfa lêvên min