Zeze

Zeze
4 Nisan
56 okur puanı
Nisan 2019 tarihinde katıldı
Lori
Loriyek diherikî di şevê de qêrînek xwe radipêça li deşta Baraké bayekî mizgînî dibir ji dilên winda re xêzek din diyar bûbû di eniya Dayika Uveyş de mizgîniya pêşin bû ew qêrîn tirêjê destpêkê yê rojên bi hevî bû zayîna pêşin a sterka hezkirinê û tirsa pêşin a rûqilêrên Nemrûdan bû.. "Lori lori berxê min lori..."
Sayfa 25 - Ar yayınları·Kitabı okudu
Helbest
Reklam
Newroza Dilagir
Pimê bêrîkirinên bêdawi tên kişandin stranek datîne ser pêta agir navê wê azadî ji Mazlûm, Zekiye, Ronahi û Bêrîvanan re hatî diyarkirin Evîn dibin stran ji rojên asûde re dişewite hemû çûyîn tenêtî metirsî û bêdengiyên me dibin xwelî di wê rojê de di Newrozê de Newroza dilagir rengê azadiya gelê Kurd her roj geştir dibe agir her roj nêzîktir dibe azadî...
Sayfa 24 - Ar yayınları·Kitabı okudu
Helbest
Newroz
Li hespê boz siwar dibe poperiskên wî ba datîne xurcezînê
Sayfa 23 - Ar yayinlari·Kitabı okudu
Helbest
Kenê te
Roj tên mijandin di kenê te de behr tên razandin rûheyva welatê min keçika serê çiya wêneya serfiraziya min e kenê te wêneyê hêviyê wêneyê hesretê dilovaniyê ev kenê jiyanê ye azadî dikene û mirin dimire.
Sayfa 22 - Ar yayınları·Kitabı okudu
Dêrsim û Mûnzûr
Asoyek sor e Dêrsim asoyeke ku pêşerojê difikire li ser eniya asoyê biskeke şil e Mûzûr
Sayfa 20 - Ar yayınları·Kitabı okudu
Reklam