Yaw ev însan çiqas mîqrobin. Hema dixwazin ku her tiştî xerab bikin. Xwe xerab kirin; têra wan nekir, wan dest bi xwezayê kir, wan ew jî xerab kir, têra wan nekir, dest avêt me jî, navê me jî xerab kir.
Nivîsîn; tiştekî bêdawî bû, azadî di vê dinyayê de, herî pirr di nav nivîsê de hebû. Êşên wî bi nivîsê siviktir dibûn û dema ku dinivîsî hebûna xwe bêtir hîs dikir. Nivîs azadiya herî bêsînor bû.