Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

A Baş Gönderileri

A Baş kitaplarını, A Baş sözleri ve alıntılarını, A Baş yazarlarını, A Baş yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Dewlet bi dengekî bixwebawer axivî :Pîra Zeynê Em hatine ku paşnavekî bidin te. Ew çi ye îcar, ez ê pê çi bikim? Lazim e, lazim. Tê piştî navê te. pîra Zeynê bi dengekî qehrokî bersiv da :Navê min Têra min dike, ez tiştekî din naxwazim.Pîra Zeynê tu mecbûr î. Fermana dewletê ye. Bi gotina Fermanê ra, pîra Zeynê gotinên xwe nerm kir : welah bi pere mereyan be, ez tu panotekê jî nadim we. pîra Zeynê, pere mereyan naxwazin em ji te, belaş e belaş. Dek û dolab tê da tune bin muxtar? Na, na pîra Zeynê na, dek û dolabên çi halê çi? pîra Zeynê, paşnavekî ku tu bixwazî heye yan na? De ez çi dizanim muxtar, hema " A baş" kîjan e bila ew be . peyva " A baş" ê ji devê pîra Zeynê wisa bilind derketibû ku leşkerê ku qeyda paşnava çêdikir ew nivîsîbû jî. Muxtar jî dengê xwe nekir. Li lênûska bal xwe nihêrî, wî leşkerî bi tîpên mezin nivîsîbû " ZEYNEP ABAŞ"... Pîra Zeynê di nava nezaniya wan leşkeran da, di du saniyeyan da bûbû, " ZEYNEP ABAŞ" û dê ev paşnav, ber bi paşerojê ve bihata û bihata...