Agirê Sînema Amûdê sözleri ve alıntılarını, Agirê Sînema Amûdê kitap alıntılarını, Agirê Sînema Amûdê en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Rast e azadî pir şêrîn e "ji lewra ez tim dibêm: Zarokê xwe her tim bi şîrê wê xwedîkin:
Bi azadî biçûka bidne zanîn
Bi şîrê wê xwedîkin rengê dayîn
Nejîn hûn bo mirin, bimrin ji bo jîn
Bi azadî bijîn her tim kurê min
–Dayê tiştê çû..çû..ji îro pê de min ne êşîne.
–Kurê min pêtiya agirê sînemê di can û cegerê min de ye, derdê kezebê derdekî giran e, kezeb bê fedî û fihêt e, gazinan ji min mekin.
Mamoste û zanayên welatê xelkê tiştê li welatê wan dibû biçûk
û mezin bê kêmayî di rûpelên mêjû de didane ber çavê zana
û xwendevanên xwe û zana û xwendevanên biyanî bi camêrî
û serbilindî, nedihiştin tiştek di ser wan re bibûre û nenivisandî bimîne.
Dema min dît ku çîroka Agirê Sînema Amiîdê yek ji serpê-
hatiyên mezin ên ku di welatê me de çêbûne tê hijmartin, min
nexwest ew jî winda; bê ser û şop herc.